KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan 2023-09-22 21:42:01 AMED - Salîha Ayata ku di salvegera damezrandina KASED’ê de axivî, da zanîn ku ew pişta xwe didin berxwedana jinên kurd û ji bo çand û hunera şoreşgerî têdikoşin.   Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), bi boneya 4'emîn salvegera damezrandina xwe li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma'yê bi tevlibûna Hunermend Şîlan Dorayê konserek li dar xist. Sahneya Zarok Ma’yê bi flamayên KASED’ê hatin xemilandin. Konsera ku bi tevlîbûna zêdetirî sedan kesan dest pê kir, bi kêfxweşiyeke mezin derbas bû.   'HÛN JÎ TEV LI KASED'Ê BIBIN'   Beriya destpêka konserê rêvebira Komeleya Çand, Huner, Wêjeyê ya Jinan (KASED) Saliha Ayata axivî û anî ziman ku ew pişta xwe didin çand û hunerê û wiha berdewam kir: “Bi taybetî em pişta xwe didin berxwedana jinen kurd û ji bo çand û hûnera şoreşgerî têdikoşin. Em dixwazin hûn jî îro şunda tevlî kasedê bibin û li pey çand û hûnera xwe bin.”   'JIN ÊDÎ XWEDÎ NASNAME YE'   Dû re Hunermend Şilan Dora derket ser dikê û axaftinek bi kurtasî kir. Dora, diyar kir ku tu roj tuneye ku ser tundiya jinê di çapemeniyê de nûçe dernekevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê em dibêjin û dizanin ku êdî jin xwedî nasneme ne. KASED jî, ji bo maf û hebûna jinê xwedî derketinek e. Em dibêjin bila jin  bê huner nemînin.”   Hunermend Dorayê bi dengê xwe yê zelal guhdarvan mest kirin. Cih cih guhdarvan xemgîn kir, cih cih jî rakir govendê. Konsera ku bi coşeke mezin derbasbûyî bi gerandina govendê bi dawî bû.