Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin 2023-09-24 14:32:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin û ji malbatên wan 10 hezar dolar weke fîdye xwestin.    Sûcên weke koçberkirin, revandin, talankirina mal û milk, destdirêjiya li dijî zarok û jinan ên artêşa tirk û wê yên paramîlîter ên li Efrînê berdewam in.  Li gorî nûçeya ANHA’yê; di nava hefteya dawî de 43 penaberên bi darê zorê ji Stenbolê hatine dersînorkirin li Efrînê hatin bicihkirin. Welatiyên bi navên Cemîl Hîkmet Cafer û Ednan Omer ên ji Ezazê vegeriyayîn Efrînê ji hêla koma paramîlîter a navê “polîsên sivîl” lê hatiye kirin ve hatin revandin. Tu agahî ji van kesên hatine revandin nayên girtin û hat zanîn ku ji bo berdana wan 10 hezar dolar weke fîdye ji malbatên wan hatiye xwestin.    Her wiha hat destnîşankirin ku 70 welatiyên ku di dîrokên cuda de dixwestin ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bibin, ji hêla artêşa tirk ve hatin girtin û radestî komên paramîlîter hatin kirin. Di heman demê de hat ragihandin ku li van kesan cezayê pereyan hatiye birîn.    Welatiyên ku dixwest li Efrînê vegere mala xwe jî da zanîn ku li şûna wî kesekê din hatiye bicihkirin û ji bo derketinê jî 500 dolar şert danîne pêşiya wî.