Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn 2023-09-24 15:40:44   WAN - Zarokên li Arsîsayê tev li qursa kurdî bûn mezûn bûn.    Li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ku li Wanê perwerdeya ziman û çanda kurdî dide, xwendekarên nû mezûn kir. Piştî perwerdeya zimanê kurdî ya 3 mehan, 16 xwendekarên din ên zarok mezûn bûn. Ji bo mezûniyeta zarokan, li quntarê Keleya Wanê çalakî hat lidarxistin. Li gel zarokên mezûn bûn, her wiha malbatên wan û mamosteyên Arsîsayê jî tev li torenê bûn.    Ji mamosteyên Arsîsayê Nazmiye Bor got ku xwendekarên wan hînî kurdî bûn û bi kurdî diaxivin. Bor, wiha domand: “Ev yek ji bo me pir girîıng e. Bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û zarokên xwe bişînin qursên kurdî.”    Di çalakiyê de tîşortên ku navên zarokan bi kurdî li ser hatibûn nivîsandin diyarî zarokan hatin kirin. di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û çalakî bi dawî bû.