Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin 2023-09-24 17:39:49   AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di kongreya partiya xwe ya li Agiriyê de axivî, wiha got: “Em ê tecrîdê rakin, bi azadkirina birêz Ocalan pirsgirêka kurd çareser bikin.”   Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kongreya xwe ya Asayî ya Yekemîn a Rêxistina Bajêr a Agirîyê li Eywana Konferansê ya Sema Yuce ya li avahiya rêxistina bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dar xist. Di kongreyê de ji bilî dayika Sema Yuce, Zennure Yuce parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Agirî û Îdirê û gelek welatî amade bûn. Di kongreya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir de pankarta “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” hat daliqandin. Girseya ku beriya kongreyê li Cadeya Wanê ya Kevin kom bû, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan azadî, bîjî berxwadana zindanan, zext nikarin me bitirsînin” ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê ve meşiyan.   ‘DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN’     Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di kongreyê de axivî, girîngiya yekitiya kurd destnîşan kir û wiha got: “Ji bo azadiya kurd û Kurdistan divê em li dijî dijminatiyê tevbigerin. Ji bo rêxistinkirina DBP’ê me li hemû Kurdistanê weke hedefeke mezin danîn pêşiya xwe. DBP ji bo nasnameya siyasî ya kurdan saziyeke girîng e. Hêviya me ew ku gelê me xwedî li DBP’ê derkeve. Em ê faşîzmê hilweşînin ev cewhere ya li Serhedê Agiriyê heyî. Em di pêvjoyeke krîtîk de derbas dibin endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun li perçeyekî Kurdistanê li ser axa xwe bi destê dewleta tirk hate kuştin. Ji Denîz Poyraz heta Denîz Cevdet kurdên azad ên li berxwe didin hedef tên girtin. Em dizanin ku gelê me dê xwedî li mîrateya Denîz Poyraz û Denîz Cevdet derkeve.”    ‘PORÊ JÎNA’YÊ BÛN ALA BERXWEDANÊ’     Bayindir ê têkildarî salvegera mirina jina kurd Jîna Emînî ya li Îranê hate qetilkirin de axivî, wiha berdewam kir: “Porê Jînayê bû ala berxwedanê ya gelê Kurdistanê. Jin jiyan azadî ya li Îranê dest pê kir îro li hemû cîhanê belav bû. Em bi gelê xwe, bi Serokê xwe, bi rêxistina xwe bi bawer in. Em ê bi gel, Serok û rêxistina xwe re qezenc bikin. Dewleta Tirkiyeyê bi ser dijminatiya gelê kurd xwe dide jiyîn. Sed sala wê xelas bû lê di sedsala duyemîn de jî hewl dide bi ser hebûna gelê kurd xwe bide jiyîn. Beriya sedsalan bi Peymana Lozanê Kurdistan û gelê kurd kirin çar parçe lê gelê kurd bi berxwedana xwe ev pûç kir. Em ê destûrê nedin ku dewleta Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de bi dijminatiya kurdan xwe bide jiyîn. Em ê li ber xwe bidin û serbikevin. Em bi hêvî nînin û em ê serbikevin.”   ‘LI HER QADÊ BERXWEDAN HEYE’    Bayindir, bi bîr xist ku dewleta tirk li her qadê êrişî kurdan dike û wiha lê zêde kir: “Ji Ewropayê heta Başûr ji Rojava heta Rojhilat li her derê kurd tên qetilkirin. Armanca wan ew e ku pêşiyê li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bigirin. Lê hêza kesê tê re nake ku pêşiya vê têkoşînê bigirin. Ji nav çar dîwarên zindanê bigire heta çiyayên Kurdistanê û Ewropayê li her qadê berxwedan heye. Em li ku bin bila bibin em ê bi feraseteke rêxistinkirî gelê xwe bi rêxistin bikin.”   ‘EM Ê TECRÎDÊ RAKIN’     Keskîn, ê qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Sekna Ocalan, sekna azadî û pirsgirêka kurd e. Desthilata AKP’ê û MHP’ê û dewleta tirk bi tecrîda dimeşîne rêya aştî û azadiyê girtî ye. Ew naxwazin pirsgirêk çareser bibe û aştî pêk were ji ber vê yekê birêz Ocalan tecrîd dikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin, em ê bi berxwedan û têkoşînê vê tecrîdê rakin. Em ê bi azadkirina birêz Ocalan pirsgirêka kurd çareser bikin.”   Piştî axaftinên hatin kirin, Zelal Yilmaz û Îsmaîl Çîftçî weke hevserokên bajêr hatin hilbijartin.