Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan 2023-09-24 21:51:14    AMED - Stand-up’a bi navê “Vik û Vala” ku li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan, rastî eleqeyeke mezin hat. Stand-up’a bi navê “Vik û Vala” ya şanoger û lîstikvan Erdal Kaya li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan. Eywana ku stand-up lê hat lîstin, ji temaşevanan tejî bû. Bilêtên stand-up’ê  hefteyek beriya niha qediyabûn. Temaşevan li ber deriyê eywana şanoyê bi kelecanî li benda destpêkirina stand-up’ê man. Stand-up rastî eleqeyeke mezin hat û lîstikvan Erdal Kaya bi henekên xwe yên kurdewar temaşevan bi coş xistin. Herî dawî temaşevanan bi çepikeke xurt hezkirinên xwe ji Erdal Kaya re pêşkeş kirin û stand-up bi dawî bû.