Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir 2023-09-24 23:01:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatayê operatorê maşîneya kar ê di dema xebatên hilweşandinê de di bin avahiya xesareke giran gihiştiyê de ma, jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Odabaşi ya navçeya navendî Antakya ya Hatayê avahiya xesara giran gihiştiyê dema hilweşandinê de herifî. Operatorê bi maşîneya kar ve di bin avahiya herifî ve ma, di encama xebatên ji aliyê AFAD’ê ve hatin kirin de ji bin kavilê avahiyê ve hate derxistin. Cenazeyê operatorê jiyana xwe ji dest da, rakirin morga Nexweşxaneya Sepandin û Lêkolînê ya Zanîngeha Mûstafa Kemal a Hatayê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.