Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn 2023-09-24 23:54:43   AMED - 2’yemîn Rojên Ekolojîk ên Amedê ku Komeleya Ekolojiyê li dar dixe bi gotûbêja derhêneran û pêşandana fîlman bi dawî bûn. 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk a Amedê ku ji hêla Komeleya Ekolojiyê vê dihatin lidarxistin dê bi aktîvîteyeke li Zarok Ma'yê hate lidarxistin bi dawî bûn. Di roja dawî ya aktîvîteyê de fîlmê Etna Ozbek ê bi navê “Nosema”, fîlmê Adar Baran ê bi navê “Sar” û fîlmê Îlham Bakir “Dengê Kilîtan” hatin pêşandan. Piştî pêşandana fîlman ku eleqeyeke zêde hate nîşandan derhêner Îlham Bakir û Omer Leventoglû di gotubêja hate lidarxistin de axivîn. Aktîvîte bi gotûbêjan bi dawî bû. MIJARÊN FÎLMAN Fîlmê bi navê Sar çîroka jineke ducanî û hevjînê wê ku hewl didin li erdnîgariyeke sar sînorî derbas bikin vedibêje. Fîlmê Nosema jî hefteya dawî ya Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên dema li gundê keldaniyan ê bi navê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, hatin revandin û kuştin vedibêje. Fîlmê Dengê Kilîtan jî li ser dostaniya du zarokên ku yek jê ermen yek jî kurd, zexta dewletê ya li ser ermenan vedibêje.