Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin 2023-09-24 23:58:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kesên li Qamişloyê meşek li dar xistin, anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin.   Çalakiyên li dijî tecrîda girankirinî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  berdewam dike. Duh li bajarê Qamişloyê li nêzî Stada Şehîdên 12′ê Adarê çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin. Di roja duyemîn de bi sedan şêniyên pêkhateyên bajarok û navçeyên kantona Qamişloyê (Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê) herikîn bin konê çalakiyê. Çalakgeran pankartên bi nivîsa “Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” û berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” ber bi avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan.   ‘BI MILYONAN KES BI RÊBER APOR RE NE’   Li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY`yê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat axivî û têkoşîna gelan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan silav kir.   Berekat bal kişand ser polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Zêdetirî 25 salan e tecrîdeke giran li dijî rêberê mirovahiyê yê ku jiyan, fikr û felsefeya xwe xistiye xizmetî gelê xwe, tê meşandin. Bila tevahî cîhan bizanibe ku Rêber Apo ne bi tenê ye, bi mîlyonan kes bi wî re ne."   Kenan Berekat her wiha wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta tirk a faşîst digot ew ê bi girtina Rêber Ocalan doza gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tune bikin, lê doza kurd wê têk neçe, ji ber ku gelê me şaristaniyek li ser xaka Kurdistanê ava kiriye. Wê tu kes nikaribe îradeya me bişkîne, me îradeya xwe ji berxwedana zindana Amedê girtiye.”   ‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN TÊBIKOŞIN’   Berekat bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rêgirtina li ber şer û kuştinê projeyên aştiyê pêşkêşî dewleta tirk  kirin û wiha domand: “Her wiha Rêberî ji dewleta tirk re got, eger ku hûn di tunekirina me de israrê bikin, hingî em berxwedanê wekî rêbazê jiyanê esas digirin. Li ser vê esasî ji salan ve em li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe didin. Em Kurdên Ocalan, Mazlûm Dogan û xwediyên felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, felsefeya jin, jiyan, azadî ne ku ji girtîgeha Îmraliyê derketin û li tevahî dunyayê belav bûn."   Berekat, bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir û ev tişt got: “Yê ku banga aştiyê dike niha di hucreyeke yek kesî de ye, lê kesên dîktatoriyê dimeşînin serbest in. Hûn erkên xwe yên qanûnî li beramberî Rêber Ocalan bi cih nayînin.”   Kenan Berekat di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê li tevahî pêkhateyan kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelan dike. Eger Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe wê Hewlêr, Qamişlo, Mehabad û Amed rizgar bibin. Wekî erkekî neteweyî divê em ji bo azadiya wî têkoşînê bidomînin.”   Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Necah El Qeso jî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li tecrîdê bînin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin û wiha got: “Em jiyaneke bêyî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.