Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be 2023-10-01 09:06:07   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ji bo meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komploya navdewletî li dar bixin, bang kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED'ê (MED TÛHAD-FED) dê di salvegera komploya navdewletî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin, bi dirûşma "Azadî ji bo birêz Abdullah Ocalan, çareserî ji bo meseleya kurd" li Amedê meşekê li dar bixin.   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ji bo beşdariya li meşê bang kir.    ‘SERDEMA TÊKOŞÎNEKE BERFIREH'   Bayindir diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê denklema xwe ya zextan û şer a li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi israrkirina di tecrîdê de didomîne û got ku bi tecrîdê tê xwestin ku bend û astengî li ber destkeftiyên nû yên kurdan û destkeftiyên heyî bên danîn. Bayindir bibîr xist ku 31 meh in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku ev yek li bara civakê bûye cihê fikarên mezin. Bayindir bilêv kir ku dê li dijî vê bitêkoşin û ji bo şikandina tecrîdê dê serdema têkoşîneke berfireh bidin destpêkirin. Bayindir wiha domand: "Em ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û çareserkirina meseleya kurd bang li hemû dînamîkên Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û derdorên aştîxwaz dikin."    Bayindir destnîşan kir ku divê barê têkoşîna li dijî tecrîdê tenê li ser milê gelê kurd neyê barkirin û got ku divê hemû dînamîkên li Kurdistan û Tirkiyeyê îtirazeke hevpar bidin der û dengê xwe bilind bikin.    ‘TECRÎD VEGUHERÎ AWAYÊ BIRÊVEBIRINA WELÊT'   Bayindir bilêv kir ku rakirina tecrîdê tê wateya ku dê çareserkirina meseleya kurd car din bê nîqaşkirin û wiha pê de çû: "Rakirina tecrîdê, tê wateya jiyana azad, aştiyane û wekhev a gelan. Desthilata AKP-MHP'ê xwe neda ber vê çareserkirinê, paş de gav avêt, maseyê quliband û ji sala 2015'an ve bi israr tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan didomîne. Her wiha tecrîda îro li seranserê girtîgehên Tirkiyeyê veguheriya awayê birêvebirina hemû dînamîkan û berfireh bûye. AKP-MHP'ê vê tecrîd kirina awyaê birêvebirina welêt."    Bayindir destnîşan kir ku civaka Tirkiyeyê ji ber tecrîdê di warê aborî, civakî û siyasî de bi gelek texrîbatan re rû bi rû maye. Bayindir anî ziman ku her kes dizane ku dê meseleya kurd bi aktoriya Abdullah Ocalan bê çareserkirin û got: "Şertê yekem û merheleya yekem a vê yekê jî, ew e ku çi dibe bila bibe divê ev tecrîda mutleq bê şikandin û rakirin."    ‘BANGAWAZÎ’   Bayindir diyar kir ku komploya navdewletî ketiye sala xwe ya 25'an û ji bo meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li dar bixin bang li hemû kurdistaniyan kir. Bayindir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû kesên ku dixwazin dawî li vî şerî, li vê tahdeyê bê û hemû kesên azadîxwaz, dmeokrasîxwaz û aştîxwaz dikin ku di 9'ê Cotmehê de hêzê li hêza me zêde bikin. Her wiha dixwazim bibêjim ku di serî de ji bo çareserkirina meseleya kurd û bi giştî jî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, em ketine serdemeke têkoşînê ya pir bihêz."    MA/ Mujdat Can