Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin 2023-10-01 09:06:58   ÊLIH - Firat Nebîoglû ku li girtîgehê he rdu gurçikên wî jî xera bûne û ji 70 kîloyî daketiye 48 kîloyan û girêdayî diyalîzê ye, 4 meh in serlêdana wî ya ji bo taloqkirina înfazê nehatiye bersivandin.    Rewşa tenduristiya giritiyên nexweş ên ku berdana wan tê astengkirin û nayên dermankirin, her diçe xirabtir dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Firat Nebîoglû ye. Her du gurçikên Nebîoglû îflas kirine û heftê 3 rojan di diyalîzê de ye. Nebîoglû di sala 2015'an de li Êlihê hatiye girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 11 sal û 7 meh ceza lê hatiye birîn. Her wiha ji sedî 92 rapora astengdariyê ya Nebîoglû heye û çavên wî baş nabînin û guhên wî jî baş nabihîzin.    Nebîoglû, di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê de ye û li benda neqilkirina gurçikan e. Gurçikên wî û apê wî Emîn Şahîn li hev derketine, lê ji ber nexweşiyên apê wî hat diyarkirin ku dê apê wî nikaribe bibe donor. Her wiha ji bo Nebîoglû li derve vê dermankirin, serlêdanên ji bo berdana wî jî hatin redkirin. Ji ber vê serî li Wezareta Dadê hat dayîn, lê belê hê jî wezaretê serlêdana wî nebersivandiye.    XWARINA DIYETÊ NAYÊ DAYÎN   Apê wî Emîn Şahîn got: "Gurçikên me li hev derketin, lê bijîşkan got tu nexweşî, em ê nikaribin gurçika te neqil bikin. Dê kurê min Egît serlêdanê bike. Lê li girtîgehê dermankirina Firat tê wateya mirinê. Ji bo baş bibe divê cezayê wî bê taloqkirin. Me 4 meh berê ji bo vê serî li Wezareta Dadê da. Lê hê jî bersivek nehatiye dyaîn."    Şahîn da zanîn ku mehek berê ji bo diyalîzê biraziyê wî Firat anîne Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û got: "Gava min li nexweşxaneyê ew dît, nehiştin ez nêzî wî bibim. Her diçe nexweşiya wî girantir dibe. Ji 70 kîloyî daketiye 48 kîloyan. Heftê 3 rojan dikeve diyalîzê. Di çûnhatinê de nerihet dibe. Got, li nexweşxaneyê xwarina diyetê nedane wî. Got, xwarin şor bûye. Rewşa wî qet nebaş bû."    Şahîn ji bo cenazeyê biraziyê wî ji girtîgehê dernekeve bang li raya giştî kir û got ku demildest divê dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê.    MA/ Fethî Balaman