‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’ 2023-10-01 09:43:34   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Gonul Uzunay diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komployê paradîgmaya Abdullah Ocalan kiribûn hedef û wiha got: “Lê belê nekarîn armancên xwe pêk bînin. Bi paradîgmayeke gerdûnî bûyî re rû bi rû man.”    Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku weke gava ewil a mudaxileya hêzên kurewî ya li dijî Rojhilata Navîn tê nirxandin, kete sala 26’an. Bi komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi anîna Tirkiyeyê berdewam kir re xwestin Abdullah Ocalan tune bikin. Lê Abdullah Ocalan ku komplo vala derxist, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.    Abdullah Ocalan ku di şert û mercên giran ên tecrîda li Îmraliyê de bi “Paradîgmaya Azadîxwaziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk” re modêla jiyaneke nû pêşkeş kir; di serî de jin bi vê fîkriyata xwe bû hêviya hemû gelan. Abdullah Ocalan, bi tespîta “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe” re bû çavkaniya têkoşîna azadiyê ya jinan. Ji Viyan Soranan heta Elefteriya Fortulakiyan jinan li dijî komploya navneteweyî li dora Abdullah Ocalan xelekeke ji agir ava kirin. Li dijî pergala tecrîdê ya 25 salan, yên berxwedana herî mezin raber kirin jî jin bûn.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Uzunay têkildarî komploya naneteweyî, rola hêzên kûrewî, pergala tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan axivî.    Gonul Uzunay   PARADÎGMAYA GERDÛNÎ BÛYÎ   Uzunay, anî ziman ku hêviyên gelê kurd bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re şîn bûne û got ku bi komploya navneteweyî re hewl dan Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin. Uzunay, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelan modêleke jiyana alternatîf pêşkeş kiriye û wiha dom kir: “Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê, li dijî pergala kapîtalîst û emperyalîst bû alternatîfeke xurt. Dewletên kapîtalîst û emperyalîst komployek pêş xist û xwestin azadiya gelê kurd asteng bikin. Bi taybet jî xwestin paradîgma û perspektîfa azadiyê asteng bikin. Lê nekarîn armancên xwe pêk bînin. Bi paradîgmaya ku roj bi roj gerdûnî dibe re rû bi rû man.”    'TIRKIYE DI TECRÎDÊ DE YE’    Bi domdarî Uzunay, destnîşan kir ku komploya navneteweyî û pergala tecrîda li Îmraliyê girêdayî hev in û ev tişt anî ziman: “Ev 25 sal in birêz Ocalan girtî ye û heta niha jî di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Lewma mirov dikare bibêje tecrîda li Girava Îmraliyê, berdewamiya komployê ye. Hewl didin bi rêya tecrîdê pêşî li ber ‘Paradîgmaya Azadîxwaziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk’ bigirin. Jixwe tecrîd jî veguherî komployeke navneteweyî û niha temamiya Tirkiyeyê di tecrîdê de ye.”    Di bedewamê de Uzunay diyar kir ku tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî fikr û paradîgmaya Abdullah Ocalan bi Girava Îmraliyê re bi sînor neman û ev nirxandin kir: “Gel, di sala 1998’an de çawa xwedî li birêz Ocalan derketibin, niha jî bi heman awayî xwedî lê derdikevin û dibin dengê wî. Pergala ku ev 25 sal in dixwestin pêk bînin, bi ser neket û dê bi ser nekeve.”    TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINAN    Uzunay, got ku yek ji armancên din ên komploya navneteweyî jî mudaxilekirina perspektîfa azadiya jinê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Azadiya jinê, têkoşîna jinên kurd û têkoşîna jinên enternasyonal wisa bi hêsanî xwe ne gihand van rojan. Bedelên giran hatin dayîn û wisa gihişt roja me. Bêguman têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi pêşengtiya birêz Abdullah Ocalan gihişt vê astê. Hedefa din a komployê, tevgera jinên azad bû. Tevgera azadiyê ya jinên kurd, bi taybet jî tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bi perspektîfa birê Ocalan re bûn ‘Xwebûn.’ Tevgera azadiyê ya kurd bi saya vê perspektîfê roj bi roj mezin bû. Bi perspektîfa birêz Abdullah Ocalan re jinan di têkoşînê de cih girtin û gotin; ‘ez heme.’ Di esasê xwe yek ji tiştên dixwestin di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tecrîd bikin jî tevgera azadiyê ya jinên kurd bû. Di şexsê rêberê gelan û rêhevalê jinan birêz Abdullah Ocalan de têkoşîna azadiyê ya jinên kurd vala derxînin. Abdullah Ocalan, bi perspektîf û paradîgmaya xwe ev têkoşîn hêj bêhtir pêş xist. Têkoşîneke ji Semayan heta Zîlanan dûvdirêj dibe heye. Û îro jî ev têkoşîn bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan a gerdûnî dibe re didome.”    ‘JINAN KOMPLO VALA DERXISTIN’   Uzunay, bi lêv kir ku jinan bi têkoşîna xwe ya azadiyê komplo vala derxistine û wiha pê de çû: “Jinan, tespîta birêz Abdullah Ocalan a ‘Jina şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe jî jê tê hezkirin’  rast derxistin. Jin, bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan re li her qadê têkoşîna xwe didomînin û têkoşîneke pir mezin raber kirin. Me, bedelên gelek giran dan. Tevgera jinên kurd li ber xwe da û komploya 9’ê Cotmehê vala derxist. Têkoşîna jinan ku li Rojava bi xwe azadî anî, tecrîd û komplo jî vala derxist û didome. Paradîgmaya bi sala ye didome û gerdûnî bûye, niha jî di pêşengiya jinan de pir xurtir e. Tevgera jinên kurd ku komploya navneteweyî vala derxist, nîşanî her kesî da ku bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan gelek xurtir e. Ev paradîgma îro bi pêşengtiya jin û ciwanan gerdûnî bû.”    ‘DIVÊ HER KOLAN VEGUHERE QADA ÇALAKIYÊ’   Uzunay, bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di tecrîdê de û axaftina xwe wiha qedand: “Zêdetirî 31 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin lê dîsa jî CPT bêdeng e. Tirkiye veguheriya dewleta tecrîdê. Ji bo tunekirina vê tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke mezintir heye. Gelê kurd û pêşengên siyaseta kurd divê ji bo bidawîkirina tecrîdê bêhtir têbikoşin. Divê tevahiya gelan vê tecrîdê baş fêm bikin û bi çalakiyan bersivê bidin. Hewceye hemû kolan veguherin qadên çalakiyan.”    MA / Rûken Polat