31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere 2023-10-01 10:19:27   ÊLIH - Bîrgul Akyildiz ev 31 sal in ji bo dîtina birayê xwe Mehmet Zekî têdikoşe ku ji hêla Hîzbulkontrayê ve hatibû revandin. Akyildiz, got: “Bavê min bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika min sax e lê mîna miriyan e. Heta ku aqûbeta wî diyar dibe dê têkoşîna me bidome.”    Di salên 1990’î de yek ji bajarên ku herî zêde cînayetên kiryarnediyar û windakirinên di bin çavan de lê çêbûn jî Êlih e. Aqûbeta gelek kesên ji hêla JÎTEM û Hîzbûlkontrayê ve hatin revandin nayê zanîn. Xizmên kesên hatin qetilkirin û windakirin û parastvanên mafên mirovan, di sala 2011’an de têkoşîna “Bila Windakirî Bên Dîtin û Kujerên Wan Bên Darizandin” çalakî dabûn destpêkirin û têkoşîna wan didome. Tevî hemû qedexe û astengkirinan jî, malbatên têkoşer havîn û zivistanan têkoşîna xwe domandin û çalakiya wan hefteya 600’an li pey xwe hişt. Xizmên Windakiriyan ên Êlihê her hefteyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê tên ba hev û çîroka windakiriyan parve dikin.    SERPÊHATIYA AKYILDIZ   Yek ji malbatên ku ji bo dîtina windakiriyan û darizandina faîlên wan têdikoşe jî malbata Akyildiz e. Mehmet Zekî Akyildiz 16 salî bû û ji malbata 9 zarokên wê heyî zarokê 3’yemîn bû. Akyildiz, di sala 1992’yan de hate windakirin. Akyildiz, dema hatî windakirin hêj xwendekarê dibistana navîn bû. Beriya were windakirin, Hîzbûlkontrayê gelek caran zext lê kir ku tev li wan bibe û gelek caran êriş lê kiribûn. Ji ber vê yekê neçar ma ku dibistana xwe biguherîne.    Akyildiz ê ku Hîzbûlkontrayê gef lê dixwarin, çû mala xwişka xwe ya li Farqîn a Amedê. Li derdora Birca Aslanli ya li rex Goristana Şêx Halîl a li ser Cadeya Gazî ya Sîlvanê ji hêla 2 kesên cil û bergên sivîlan li xwe kiribûn ve hate revandin. Akyildiz, 3 rojan li Farqînê hate ragirtin û piştre jî birin gundê Yolaç (Susa) yê ku weke “Gundê Hîzbûlahiyan” tê zanîn. Ji wê rojê û şûnde jî êdî tu agahî ji Akyildiz nehatin girtin.    Ji ber ku heta wê demê derheqê tu bûyerên bi vî rengî de lêpirsîn nehatibûn destpêkirin, malbatê ji bo Akyildiz serî li meqamên edlî neda. Piştî ku bi salan piştre ji bo leşkeriyê bang li Akyildiz hate kirin, malbatê rewş bi qereqolê re parve kir. Lê vê yekê jî tu encam bi xwe re ne anîn.    TÊKOŞÎNA 31 SALAN    Bîrgul Akyildiz ku ji bo pirsîna aqûbeta birayê xwe her hefteyê tev li çalakiyê dibe û Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray têkildarî çalakiya 600 hefteyan e didome axivîn.    Akyildiz, da zanîn ku birayê wê ji bo biçe sûkê ji malê derketiye, ji wê rojê ve tu agahiyan jê nagirin û şahidiya kesên wê demê xwe xelas kirin vegot. Akyildiz, wiha domand: “Gotin ku di stargehekê de 7-8 kes dihatin ragirtin. Lê tu kesî tu kes nedidît. Dema nav, paşnav û navên gundên xwe diqîriyan hîn bûne. Bi vê yekê re heke kesek ji wir xelas bibe, xwestin agahiyê bidin malbatên wan. Lê me derheqê birayê min de tu agahî negirtin. Piştî celba leşkeriyê, bavê min rewş bi şaxa leşkeriyê re parve kir. Lê belê leşkerên li şaxa leşkeriyê ji bavê min Salîh Akyildiz bawer nekirin. Jê re gotin; ‘ji me re nebêje hîzbûlahiyan kurê min revandiye.’ Bavê min aqûbeta birayê min hîn nekir û di sala 2020’an de wefat kir. Ev 31 sal in em aqûbeta birayê min nizanin.”    BI HESRETA ZAROKÊ XWE WEFAT KIR    Bi domdarî Akyildiz, diyar kir ku çi qewimî be ew dixwazin hîn bibin û wiha domand: “Heke jiyana xwe ji dest dabe jî em dixwazin hestiyên wî bigirin. Em dixwazin goreke wî hebe. Ev bû 600 hefte em li vê derê ne. Em aqûbeta wan dipirsin. Dewlet dibêje; ‘em mezin in.’ Heke mezin be bila aqûbeta wan diyar bike. Bavê min, aqûbeta birayê min pirsî û wisa mir. Emrê wî bi têrî vê nekir. Bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika min sax e lê mîna miriyan e. Ew jî aqûbeta kurê xwe dipirse. Heta ku aqûbeta windakiriyan diyar dibe dê têkoşîne me jî bidome.”    ŞÎRAY: DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME   Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray jî got ku nêzî nîvesr e têkoşîna Xizmên Windakiriyan didome û axaftina xwe wiha qedand: “Weke parastvanên mafên mirovan em ê her tim li cem têkoşîna wan bin. Dema rêveberê şaxa me Mahfûz Akgul (33) ji bo vê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Tevî ku nexweşê penceşêrê bû jî li qadan bû. Em faîlên kesên di bin çavan de hatine windakirin dixwazin. Em hestiyên kesên hatine qetilkirin dixwazin. Dayik, ji bo zarokên xwe gorekî dixwazin. Dê têkoşîna me bidome. Em ê her tim aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin, ji bo rastiyê her tim li qadan bin .”    MA / Fethî Balaman