Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin 2023-10-01 10:20:43   ENQERE - Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê bi bombeyan êriş hate kirin. Di êrişê de 2 endamên emniyetê birîndar bûn.    Ji bo vekirina Meclisê çendek saet mabûn ku li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê êrişa bombeyî hate lidarxistin. Saet derdora 09.30’an de li ser Bulwara Îsmet Înonu ku Meclis û wezaret li wir in, dengê teqîn û çekan hate bihîstin.    WEZARETÊ DAXUYANÎ DA    Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Yerlîkaya, got ku du kesan di ketina deriyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de êrişa bombeyî li dar xistine.  Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesekî êrişa xwekuj pêk aniye û kesê din jî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha Yerlîkaya ragihand ku di êrişê de 2 endamên emniyetê birîndar bûne.    Piştî êrişê, tevahiya rê, cade û kolanên li herêmê û nêzî herêmê hatin girtin. Rojnamegerên dixwestin li cihê bûyerê weşanê bikin jî ji qadê hatin dûrxistin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî da zanîn ku nasnameyên kesên çalakî pêk anîn diyar nîne, têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê hatiye dayîn û têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.    DAXUYANIYA PARTIYA ÇEPÊN KESK HATE TALOQKIRIN    Partiya Çepên Kesk dê bi boneya vekirina Meclisê daxuyanî dabûya lê ev daxuyanî hate taloqkirin. Her wiha ji bilî parlamenteran, ketina Meclisê li her kesî hate girtin.