Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin 2023-10-01 10:32:19   WAN - Welatiyên Wanê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dan û ev bang li PDK'ê kirin: "Dest ji xiyanetê berdin."   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metinayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li hêla din êrişên li navendên bajarên Başûr ên li dijî siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîrên kurd jî didomin. Herî dawî di 18’ê îlonê de Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê bi qasî Tirkiyeyê, PDK jî tê sûcdarkirin. PDK ku hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi eşkereyî nîşan dide, ne têkildarî komkujiyan daxuyaniyekê dide û ne jî gavekî diavêje.    Xelkê Wanê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re dan û gotin ku divê malbata Barzanî dev ji "xiyaneta" li dijî gelê kurd berde.   ‘DEST JI XIYANETÊ BERDIN’   Ji welatiyan Seyîtxan Acar balê kişand ser êrişên li dijî erdnîgariya Kurdistanê û wiha got: "Li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur li dijî zarokên kurdan êriş tên kirin. Hevalên me û serokên kurd ên mezin di bin tecrîdê de ne. Tevî vê zilmê, PDK xiyanet dike û ev xiyanet nayê qebûlkirin. Bila Barzanî demildest dest ji xiyaneta berdin. Şerê li Başûr li dijî kurdan hatiye destpêkirin bi destê Barzanî tê meşandin. Em vê yekê qebûl nakin. Em dibêjin êdî bila bira birayê xwe nekûje. Êdî bes e. Heke Barzanî xwedî wijdan be, dê pêşî li van dagirkeran bigire û çavê xwe li qetilkirina zarokên Kurdistanê nagire. Zarokên me ji ber xiyanetê jiyana xwe ji dest didin. Êşa me giran e. Em her roj cenazeyan ji erdê radikin. Bila Barzanî dest ji vê yekê berde.”   'TIŞTÊN BARZANÎ DIKIN XIYANET E'   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mûstafa Aslan jî destnîşan kir ku malbata Barzanî hem li dijî malbata xwe hem jî li dijî kevneşopiya xwe xiyanetê dike û ev tişt anî ziman: "Destê xwe ji xwîna birayên xwe kêşin, birayên xwe nekujin. Em naxwazin tu kesek bimire. Em jiyaneke azad û xweş dixwazin. Lê belê Barzanî gotinên dewleta tirk dike. Tiştên Barzanî dike xiyanet e. Ji bo berjewendiyên xwe vê xiyanetê dike.”   ‘EV NE XIYANETA YEKEM E’   Hakîm Aslan jî diyar kir ku kuştina siyasetmedarên kurd bi destê “xiyaneta PDK” pêk tên û wiha axivî: “Dê kurd jî vê xiyaneta ku PDK dike, qebûl nekin. Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe kurdan qetil dike. Di qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Bulbun de jî, destê malbata Barzanî û hevkarê wan heye. Ev ne xiyaneta yekem e.”   ‘PDK LI PÊŞIYA YEKITIYÊ ASTENGÎ YE'   Mehmet Alî Sonmez jî da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî ya kurdan rêveberiya PDK’ê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Mixabin dîsa di qetilkirina Denîz Bunbun de destê PDK’ê heye. Ev xiyanet li hemû kurdan hatiye kirin. PDK ji ber berjewendiyên xwe û malbata xwe û bi hevkariya Tirkiyeyê van xiyanetan pêk tîne. Ji bo berjewendiyên xwe, gelê kurd tune dihesibîne. Bi taybet jî divê kurd û gelê Başûr li dijî PDK’ê xwedî helwest bin. Ji ber ku PDK bi kirinên xwe li pêşiya yekitiya neteweyî astengî ye.”