Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome 2023-10-01 10:59:28   AMED - Xebatkarên FîlmAmedê destnîşan kirin ku 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bi kelecan û keyfxweşiye mezin didome û wiha gotin: “Tevî bêderfetiyan jî mîhrîcan bi serkeftî domiya û eleqeyeke pir baş a gel heye.”   8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ber bi dawiyê ve tê. Di 4 rojan de li 4 eywanan biqasî 29 fîlm hatin nîşandan. Her wiha li Şanoya Bajêr a Amedê forûma bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” hat lidarxistin. Belgefîlmên din jî dê îro bên pêşandan û mîhrîcan dê bi dawî bibe.     Xebatkarên FîlmAmedê ku di amadekirin û birêvebirina mîhrîcanê de kedekî mezin dan, têkildarî rewşa giştî ya mîhrîcanê bi ajansa me re axivîn. Ji xebatkaran Selahattîn Eyup Tan û Mehmet Emîn Îsî diyar kirin ku tevî zehmetiyên kişandin jî mîhrîcana wan bi serkeftî derbas bûye.    ‘ELEQEYA BAŞ ME KEYFXWEŞ DIKE’   Sînemager û xebatkarê FîlmAmedê Selahattîn Eyup Tan destnîşan kir ku piştî 4 salan, Mîhrîcana FîlmAmedê dîsa hatiye lidarxistin û wiha got: “Em bi coş û kelecaneke mezin xebitîn. Em hinekî dibetilîn lê eleqeyeke baş heye û ev jî me kêfxweş dike. Gelek sînemager, derhêner û mêvan ji derveyî Amedê û jiderveyî Kurdistanê hatine. Eleqeya gel baş e û tên temaşe dikin. Bi derhênerên belgefîlmên wan hatine nîşandan re gotûbêj tên lidarxistin. Nîqaş tên kirin. Mîhrîcan, bi keyfxweşiyeke mezin derbas dibe.”   ‘BI DERFETÊN KÊM JÎ MÎHRÎCAN BAŞ DERBAS DIBE’   Bi domdarî Tan anî ziman ku wî jî weke fîlmçêkerekî di mîhrîcanê de gelek kes naskirine û bi wan re peywendî danîne. Tan, diyar kir ku derhênerên ciwan di mîhrîcanê de ji tecrûbe û serpêhatiyên derhênerên navdar sûdê digirin. Tan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em her tim di nava bizavekî de ne. Bi her tiştî re eleqedar dibin, ji bo pêşandanê fîlman amade dikin. Ji hêla teknîkî ve heta niha jî tu pirsgirêk derneketine. Her kes dibêje serkeftî ye. Bi van derfetên kêm mîhrîcaneke gelekî baş derbas dibe. Eywanên me hinek biçûk in lê li 4 cîhan belgefîlm tên nîşandan.”   ‘ME MÎHRÎCANA XWE BI KELECANÎ LI DAR XIST’   Ji xebatkarên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û FîlmAmedê Mehmet Emîn Îsî jî da zanîn ku ji bo lidarxistina mîhrîcanê salek bû nîqaş dimeşandin û ev tişt anî ziman: “FîlmAmed, li Kurdistanê yekemîn mîhrîcana belgefîlman e. Divê li Kurdistanê belgefîlm bên çêkirin. Ji ber ku bîra civakê ne. Bîr civakê zindî dike. Ji bo kurdan jî bîr tiştekî girîng e. Ji ber ku welatê wan çar parçe ye û li ser her parçeyê jî dagirkerên cuda hene. Desthilatdar jî her tim dixwazin bîra civakê tune bikin. Di encama nîqaşan de me got derfet kêm jî bin, eywan biçûk jî bin divê em FîlmAmedê dîsa zindî bikin. Me jî xebat dan destpêkirin. Zêdetirî 80 belgefîlman serî lê dan. Derfetên me têrî 30 belgefîlman dikir.  Lewma me 30 belgefîlm jêgirtin û piştî 3 salan me dîsa bi kelecaneke mezin Mîhrîcana FîlmAmedê li dar xist.”   ‘GERMAHIYEKE MEZIN HEYE’   Îsî, bi lêv kir hejmara wan kêm e, xebat zêde ye û nîşandana belgefîlman a li 4 cihan hinek ew dane zorê û axaftina xwe wiha qedand: “Lê dîsa jî dema em serê sibehê tên eywanê, em bi kelecan dibin. FîlmAmed ji bo Amedê, ji bo temaşevanan gelek girîng e. Piştî amadekariyên li eywanê em carnan diçin fîlman nîşan didin, carnan bi mêvanan re eleqedar dibin û carnan jî eywanê paqij dikin. Ji destê her kesî çi were dike. Me dixwest li eywanên sînemayê, bi dengekî baştir û bi berfirehtir fîlman nîşan bidin lê ew derfetên me nînin. Germahiyeke baş heye û her kes pir dilnizm nêzî me dibin. Tevlibûna xurt hêzê dide me.”   MA / Bazîd Evran