Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî 2023-10-01 11:01:17   AMED - Şewata li daristana Akdagê ya herêma çolter a Dara Hênê derketibû xwe bi xwe vemirî.    Duh li herêma çoltêr a Akdaga ku di navbera navçeyên Licê û Pîranê yên Amedê û Çewlikê de dimîne, şewat derket. Piştî barana duh bi şev bariyayî, şewat xwe bi xwe vemirî.