Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn 2023-10-01 11:16:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî teqîna li Enqereyê ku 2 endamên emniyetê birîndar bûn, biryara qedexeya weşanê hate dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê piştî êrişa bombeyî ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê ku 2 endamên emniyetê tê de birîndar bûn, daxuyanî da. Serdozgeriya Komarê diyar kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin û wiha got: “Dadageriya Sulhê ya Nobedar a Enqereyê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê daye.”