Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê 2023-10-01 11:25:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêx û nûnerên eşîran ên li Hesekê hatin ba hev, piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihandin û diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze DAIŞ’ê dîsa zindî bike.    Eşîr, rûspî û şêxên Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li mala serokeşîrê Begerayê Ewad El Ugla ya li gundê Til Tewil ê Hesekê hatin ba hev. Li gorî nûçeya ANHA’yê; nêzî sed şêx û rûspiyan daxuyaniyeke hevpar dan û piştgiriya xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihandin.    Daxuyanî ji aliyê rûspiyê qebîleya Begera, Hisên El Kebeş ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bang li qebîle û eşîrên Dêrazorê hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Xwişk û birayên ezîz ên li herêmên Dêrazorê, êdî armanc û rastî ji her kesî re zelal bûn. Divê em xîtabî we bikin ku bûyerên duh rû dane planeke qirêjî bû. Aliyên ku siyasetên wan li dijî gelê me têne gel hev, ji bo parvekirina hegemonî û berjewendiyên xwe kar kirin, heman aliyên ku tevgera Sûriyeyê ji xeta wê derxistin, guh nedan silametiya gelê me û pêkvejiyana wan a ebedî. Xwestin tevna civakî ya pêkhateyên gelê me têk bibin da ku armancên xwe yên madî û berjewendiyên xwe yên taybet pêk bînin. Pereyên heram derbasî herêmê kirin û herêm tije çek kirin. Bi vê yekê re revandin û qetilkirin çêbûn û agirê şerê ragihandinê gur bû.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê rû dan, ji bo vejandina serdema tarî li Sûriyeyê bû û ev tişt hatin parvekirin: “Îran û cîranê xwe civiyan. Îranê xwest têgeha fitneyî ya teng zindî bike û cîrana wê xwest DAIŞ'ê zindî bike. Yên ku hewl didin fitneyan biafirînin kujerên rasteqîn ên gelên me ne.”   Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re anîn ziman û bal kişandin ser van xalan:    * HSD, li ser daxwaza qebîleyên me hate avakirin. Stûna vê hêzê zarokên me ne.   * HSD nûnera rewa ya tekane ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.   * Tu niyetên HSD'ê yên cudexwaziyê tune ye. HSD'ê dirûşma Sûriye yek e, Sûriye welatê hemûyan e hildaye.   * Îran û Tirkiyeyê li pey hewldanên derxistina fitneyan e û hewl didin li ser têla neteweyî û etnîkî bilîzin. Em dizanin ku Îran û Tirkiye ji bo netewe û eşîrên me rêzê nagirin.    * Ketina nav hewlên derxistina fitneyan xiyanetek li siberoja gelê me ye. Her wiha hewldaneke ji bo lawazkirina ezmûna me ye. Di heman demê de hewldaneke ji bo zindîkirina terorê, revandin û afirandina şerê navxweyî yê eşîr û qebîleyan û derxistina fitneyan e.   * Yên xwe spartina rejîmê û navên malbatên xwe yên bi rûmet bi kar tînin dixwazin bibin xwediyên pere û desthilatê. Ev kes nûneretiya xwe tenê dikin û nûnertiya tu kesên din nakin.   * Tevahî eşîr di aliyê civakî û siyasî de xwedî rûyên bi bandor in, nabe navê qebîle yan eşîrê bi kesekî tenê ve were girêdan. Hinek kesên nîştimanperwer ên bi bandor hene ku mîraseya eşîran diparêzin.   * Li ser vê bingehê divê helwest were diyarkirin. Yên ku bi vejandina fitneyan û têkbirina aştiya navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de û bikeve pey van aliyan, ew di xindeqên dijber an ku xindeqa têkçûyî de ne. Yên ku xweşiyê ji eşîr û qebîleyên me re dixwazin divê li hemberî hêzên terorîst ên fesadiyê belav dikin, gelan qetil dikin û ditirsînin, bisekinin.”