Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû 2023-10-01 11:45:16 STENBOL - Kovara Jinê di berga xwe ya vê hefteyê de cih da endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku bi ser qetilkirina wê re salek derbas bû.    Hejmara 31'emîn a Kovara Jinê derket. Kovarê di berga xwe ya vê hefteyê de cih da endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Nivîsa Akarsel a bi sernavê “Sekna Fezîletdar a Hebûnê: Berxwedan” li ser berga kovarê hate bicihkirin.    Sernavên di kovarê de cih girtinebi temamî wiha ne:   * Sekna Fezîletdar a Hebûnê: Berxwedan / Nagîhan Akarsel   * Bi bîr anîn berxwedan e: Arşîvên Jiyanê û Raz Xaîdan / Matt Broomfield - Werger   * Lêkolîna berhema Çîro Zend a bi navê “Bîreweriya keça lehengekî kurd" / Serwa Azeez - Werger   * Dîsa jinûve li derveyî malbatê jiyan heye / Hulya Osmanagaoglû   Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin tevahiya nivîsan