Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin 2023-10-01 12:07:49   MÛŞ - Di Komkujiya Vartînîsê de ji malbata Aysel Ogut 9 kes hatin qetilkirin û ew tenê jê xelas bû. Ogut, bal kişand ser xetereya demborînê ya li ser dozê û got: “Malbata min hate tunekirin. Ev zilm, bila li cem wan kesên ew zilm kirine nemîne. Xwedî li têkoşîna min a maf derkevin.”    Li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê, di 3'yê Cotmeha 1993'yan de mala malbata Ogutê hat şewitandin. Di malê de bav Nasir Ogut, hevjîna wî Eşref Ogut û zarokên wan Sevîm, Sevda, Mehmet Şakir, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatin qetilkirin. Di dozê de tenê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Têliyê Bulent Karaoglû weke bersûc tê darizandin. Di 21’yê îlona 2021’an de ji bo girtina Karaoglû bultena sor hate derxistin. Lê belê ji wê rojê heta niha Karaoglû nehatiye girtin. Danişîna 19’an a dozê di 27’ê îlonê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin.  Danişîna din jî taloqî 1’ê mijdarê hate kirin. Lê xetere heye ku doz di 3’yê cotmehê de bikeve ber demborînê.    Ji endamên malbatê Aysel Ogut ku di roja komkujiyê de ji bo mêvandariyê çûbû mala apê xwe û ji komkujiyê rizgar bûbû, têkildarî pêvajoya dozê axivî.    FIKARA DEMBORÎNÊ   Ogut, anî ziman ku ev 30 sal in li benda edaletê ye û wiha got: “Carnan dibêjim; ‘edaleta xwedê mezin e, dê li erdê nemîne.’ Lê dîsa jî dixwazim li vê dinyayê (leşkerê bersûc) were darizandin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê carnan nikarim tev li dozan bibim. Dadger gotiye; ‘em dixwazin bê girtin, em ê nehêlin ber demborînê bikeve.’ Lê ditirsim ku bikeve ber demborînê. Heke bixwazin dikarin wî bersûcî bigirin. Di vê meha dawî de ji hêla psîkolojîk ve zehmetiyên mezin dikişînim. Her ku fikra demborînê tê bîra min, ez pir nebaş dibim. Ji ber hizra ‘têkoşîna min vala çû’ nikarim bi şev razêm. Banga min ji bo her kesî ye; çi ji destê we tê bikin. Bila ev zilm nemîne cem wan kesên ev zilm kirin.  Dixwazim were girtin. Hêj jî dereng nîne. Li benda edaletê me. Ji hêla psîkolojiyê ve pir westiyam.”    Bi domdarî Ogut destnîşan kir ku Karaoglû beriya komkujiyê gef li gundiyan xwariye û wiha pê de çû: “Malbata min şewitandin, bi hovane qetil kirin. Lê tevahiya sûcî tenê xistin stûyê yekkesî. Lê belê tenê kesek nebû. Serpel Bulent wê demê gotibû; ‘Em ê gundê we bişewitînin. Ez ê 20 kesan bikujim. Û malbata min tune kir. Malbata min qelebalix bû. Lê ji wan tenê ez mam.”    'XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA MIN DERKEVIN’   Ogut, axaftina xwe wiha qedand: “Ez dixwazim raya giştî xwedî li têkoşîna min derkeve. Min dixwest têkoşîna xwe bi rêya hiqûqê bidomînim lê xuyaye ku wisa nabe. Ev bû 30 sal bi vê êşê dijîm. Vaye bû 20 sal bi rêya hiqûqê têdikoşim. Çendek danişînin ji ber pirsgirêkên aborî û psîkolojîk nikarim tev li bibim. Dixwazim mirov xwedî li vê têkoşînê derkevin.”    MA / Bêrîvan Kutlu