Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên 2023-11-29 09:04:50   ŞIRNEX - Li Şirnexê 8 sal in çalakiyên 25’ê Mijdarê tên qedexekirin û her sal di wê rojê de jin rastî tundiya dewletê tên. Îsal jî jinên ku rastî tundiyê hatin anîn ziman ku êriş li dijî têkoşîna jina kurd e û gotin: "Em ê paş ve gav neavêjin. Em ê polîtîkayên tundî û qirkeriyê teşhîr bikin û em ê li qadan bin."    Li Şirnexê qedexeyên walitiyê yên li dijî xebatên jinan 8 sal in berdewam dikin. Jinên ku her sal beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi hefteyekê xebatên xwe didin destpêkirin, rastî astengiyan tên.    Li Şirnexê 8 sal in ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jin di her 25'ê Mijdarê de dema ku dixwazin bimeşin rastî êrişan tên û tên binçavkirin.Par jî jinên ku li navçeya Cizîrê dixwestin bimeşin rastî astengiya polîsan hatibûn û gelek ji wan hatibûn birîndarkirin û piştre jî binçavkirin. Îsal jî bi destpêkirina xebatên ji bo 25'ê Mijdarê re Walitiya Şirnexê careke din qedexeya çalakiyan ragihand. Lê li tevî vê jî jin li qadan civiyan û li dijî tundiyê bertekên xwe anîn ziman. Îsal jî li navenda Şirnexê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de jinan xwest ku bimeşin. Lê dîsa bi hinceta ku qedexeya walitiyê heye jin hatin astengkirin û rastî tundiya polîsan hatin. Di encama êrişa polîsan de sê jê rojnameger 21 jin hatin binçavkirin. Lê balkêş e ku rojek beriya meşa jinan li heman derê walitiyê bi xwe li dijî tundiyê meşek li dar xistibû. Jinên ku di her 25'ê Mijdarê de rastî tundiya polîsan tên, axivîn.    'EV 8 SAL IN XEBATÊN 25'Ê MIJDARÊ QEDEXE NE'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç ku di êrişa polîsan ji destê xwe birîndar bû, diyar kir ku ew di her 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên û got: "Weke herêma Botanê di van 8 salên dawî de, ji pêvajoya xweseriyê heta niha her sal çalakiyên 25'ê Mijdarê yên jinan rastî qedexeya walitiyê tên. Her sal xebatên me yên jinan bi qedexeyan tên astengkirin. Di 25'ê Mijdarê de tevahiya cîhanê tundiya li dijî jinê şermezar dike. Di vê rojê de jin dadikevin qadan û tundiyê şermezar dikin. Em jin her sal beriya 25'ê Mijdarê bi hefteyekê xebatên xwe didin destpêkirin. Li gel destpêkirina xebatên me yên 25'ê Mijdarê Walîtiyê Şirnexê li tevahiya bajêr qedexeyê radigihîne û nahêle ku em xebatên xwe bidin meşandin. Xebatên me yên herî rewa îlegalîze dikin. Îsal jî di 25'ê Mijdarê de me xwest ku li Şirnexê li dijî tundiyê bimeşin. Lê li wir jî êrişî me kirin û em careke din rastî tundiya dewleta tirk hatin. Polîsên AKP'ê û MHP'ê tevî 18 hevalên jin 3 rojnameger jî binçav kirin. Kamera û amûrên rojnamegeran jî hatin şikandin. Em bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatine binçavkirin de dayikên me jî hebûn. Par jî heman demê û heman rojê de em rastî heman êrişê û tundiyê hatin. Vê carê jî weke her carê heqeret li me hatin kirin. Ji bo ku ew tundiya ku wan kiriye teşhîr nebe rojnameger hatin binçavkirin. Ji bo ku dîmenê tundiya dewletê li nava raya giştî belav nebe rojnameger hatin hedefgirtin."   'JI BER KU TÊKOŞÎNA JINAN TEHEMUL NAKIN ÊRIŞ DIKIN'   Tûnç, anî ziman ku bêtehemûliya Walîtiya Şirnexê ya li dijî têkoşina jina kurd her sal xwe nîşan dide û wiha domand: "Rojek beriya meşa ku me dixwest li dar bixe jî li Şirnexê jinên AKP'yî heta 2 kîlometreyan meşiyabûn. Ev jin di bin parastina polîsan de meşiyabûn. Li dijî tundiyê meş ji wan re rewa tê dîtin lê li me jinên kurd re jî qedexe dikin. Ev destê min ê şikestî berhema dewleta tirk e. Em vê hişmendiyê û tundiya wan şermezar dikin. Dewleta ku îro naxwaze em jinên kurd li Tirkiyeyê û Kurdistanê dengê xwe derxînin, her carê me asteng dike. Êrişên wan li dijî bêtehemûliya li dijî têkoşîn û berxwedana jinên kurd e. Em jinên kurd ji ber ku vê desthilatdariyê û pergala wan a dagirker, polîtîkayên wan teşhîr dikin em her tim di hedefê de ne. Ew tundî û kuştina ku li ser jinên kurd rewa dikin em teşhîr dikin. Di van 8 salên dawî de li Kurdistanê jinên kurd ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin. Em li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin. Ji ber wê her çalakiyê me asteng dikin û pêşiya me tê girtin û me binçav dikin."   'EM Ê POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TEŞHÎR BIKIN'   Guler Tûnç, bi lêv kir ku li dijî her êriş û astengiyan ew ê li qadan li ber xwe bidin û ev tişt gotin: "Di her binçavkirinê de jî em rastî tundiyê tên. Her cureyên êrişê li ser me didin ferzkirin. Ev çend sal in dewlet polîtîkayên xwe yên tundiyê bi eşkere pêk tîne û bi taybetî jî li Şirnexê 25'ê Mijdarê tê qedekirin. Dewlet li vir herî zêde jî wê rojê rûyê xwe nîşanî me dide. Bi eşkere dibêje, 'ez ew dewlet im ku polîtîkayên şerê taybet didim meşandin, ez ê li we îşkenceyê bikim û we qetil bikim lê hûn ê dengê xwe nekin.' Lêbelê me tu carî serê xwe netewandiye û weke jinên kurd em ê her tim li qadan bin. Em ê bi xebatên xwe vê hişmendiyê teşhîr bikin. Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' xebatên xwe bidomînin. Em ê hê xurttir û mezintir xebatên xwe bidin meşandin. Li dijî vê tundiyê em ê her mafeke xwe yê hiqûqî bi kar bînin û giliyê sûcdaran bikin."   'QEDEXEYÊN WALÎTIYÊ TENÊ JI ME RE DERBASDAR IN'   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê Zilan Yamanê ku rastî tundiya polîsan hat bertek nîşanî qedexeyên walitiyê dan û ev tişt gotin: "Weke her sal îsal jî weke TJA em li kolanan bûn. Li dijî tundiyê me dîsa li ber xwe da û tekoşîneke bêhempa da. Îsal jî me xwest ku li Şirnexê bimeşin. Lê em dîsa rastî qedexeya walitiyê hatin. Ev çend sal in di her 25'ê Mijdarê de em rastî heman tundiyê tên. Her sal di vê rojê de meşa me ya li dijî tundiyê ji hêla walîtiyê ve tê qedexekirin. Qedexeyên walitiyê tenê ji me re derbasdar in. Par jî dema ku me xwest ku bimeşin em rastî tundiyê hatin û gelek hevalên me hatin binçavkirin. Dest û milên hevalên me hatin şikandin. Em çi qas rastî astengî û qedexeyên wan bên jî em ê li qadan li ber xwe bidin. Astengiyên wan dê nikaribin me bidin sekinandin. Em ê li dijî vê tundiyê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin."    MA / Zeynep Durgut