Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye 2023-12-02 14:50:19   AMED - Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tên ragirtin bi gotina “Ne tenê birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda mutleq de tê ragirtin, di heman demê de nirxên demokrasî û azadiyê ne” bang li kesên alîgirê demokrasî û azadiyê kirin ku ji polîtîkayên şer re bêjin ‘Na’.   Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî, di roja 6’an de berdewam dike.   Girtiyên ku li Bloka C a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tên ragirtin, têkildarî çalakiya xwe peyamek şandin. Girtiyan diyar kirin ku israra di polîtîkayên şer de bingeha pirsgirêkên civakî ye, her şer dibe sedema windahiyên mezin ên madî û manewî û wiha gotin: “Di şerê qirêj ê îro li Kurdistan û Filistînê tê meşandin de tu kes sernakeve û yên winda kirine bûne nirxên mirovî.”    Girtiyan diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê li hemû gelan tê kirin û bi gotina “Rawestîna li dijî vê tecrîda ku bingeheke wê ya exlaqî û hiqûqî nîne, peywîra exlakî û wijdanî ya mirovên berxweder e” bang li hemû beşên civakê kirin ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji polîtîkayên şer re bêjin “na”.    ‘JI HER DEMÊ BÊHTIR DEM DEMA DIJDERKETINA LI TECRÎDÊ YE’   Girtiyan, destnîşan kir ku pêdivî bi bilindkirina dengê hevpar ê berxwedana gelan a demokratîk heye û wiha gotin: “Banga me li hemû sazî û dezgehên ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne; Ne tenê birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda mutleq de tê ragirtin, di heman demê de nirxên demokrasî û azadiyê ne. Niha ji her demê bêhtir dem hatiye ku yên li ser demokrasî û azadiyê li ber xwe didin biqîrin ku tecrîd were rakirin.”   Girtiyan diyar kirin ku daxwazên wan ên bingehîn ev in: “Rakirina tecrîdê, pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, di serî de pirsgirêka kurd, çareseriya hemû pirsgirêkan a bi rêya demokratîk, bi dawîkirina cezayên keyfî yên dîsiplîn, sirgun, tecrîd û berdana girtiyên ku weke dîl tên girtin.”