ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî 2023-12-02 14:58:20   NAVENDA NÛÇEYA - ÎHD'ê di daxuyaniyên xwe yên ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê 30 sal berê hatibû binçavkirin û tu agahî jê nehatiye girtin pirsî.   Daxuyaniyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên ji bo ku piştevaniya Dayikên Şemiyê dikin, vê hefteyê jî berdewam kirin. Di daxuyaniyên vê hefteyê hatine kirin de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê kanûna 1993’an de ji Sêwerega Rihayê hatibû binçavkirin û piştre tu agahî jê nehatiye girtin, hate pirsîn.    RIHA    Şaxa ÎHD’a Rihayê, di avahiyê xwe de daxunî xwend. Tevî parazvanên mafên mirovan malbata Huseyîn Taşkaya jî tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de, rêveberê Şaxa ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Bulbul axivî. Bulbul aqûbeta Taşkaya yê 30 sal berê, ji hêla hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hate binçavkirin û 30 sal e tu agahî jê nayên girtin, pirsîn û got: “Taşkaya yê 42 salî û 4 zarokên wî hene, bi konveyeke eşîra Bucak, polîs û leşkeran ya ji 30 erebeyan pêk tê, li mala xwe ya taxa Baglarê hate binçavkirin. Xizmên Taşkaya yên ku xwestin pêşî li binçavkirina Taşkaya bigirin, bi giranî hatin derbkirin. Taşkaya siwarî erebeyeke leşkerî hate kirin û ew birin. Malbat gelek caran ji bo ku aqûbeta Taşkaya hîn bibe çû cendirme, emniyet, dozger û walî lê belê tu encam bi dest nexist. Ji Taşkaya careke din tu agahî nehat stendin.”     Bulbul, axaftina xwe wiha domand: “Aqûbeta Huseyîn Taşkaya di tariyê de hate hiştin. Berpirsyariya xwe ya diyarkirina aqûbeta Taşkara û darizandina faîlên wî, bînin cih. Çend sal bi ser re derbas bibin jî em ê ji bo hemû xizmên xwe edaletê bixwazin û em ê bînin bîra dewletê ku bila li gorî pîvanên gerdûnî yên hiqûqê tevbigere.”   Şaxên ÎHD’ê yên li Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Wan û Enqereyê jî bi daxuyaniyên hevpar aqûbeta Taşkaya pirsîn û piştgiriya Dayikên/Mirovên Şemiyê kirin.