Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê 2023-12-02 15:48:51   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku ATK’ê ji bo girtiyê nexweşê giran Ramazan Taşkiran ê rojê 15 saetan dikeve diyalîzê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye û xwest ku Taşkiran were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya çalakiyên xwe ya 482’yemîn de hatin bahev. Di daxuyaniya li ber avahiya komeleyê hate dayîn de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hate vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend. Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.     ‘GELEK NEXWEŞIYÊN TAŞKIRAN HENE’    Çevîrmen, pirsgirêkên tenduristiyê yên Ramazan Taşkiran ê li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tê ragirtin dijî ragihand û wiha got: “Ramazan Taşkiran ji meha çileya 2022’yan ve di revîrê de bi tena serê xwe tê ragirtin. 17 sal in nexweşê giran ê diyalîzê ye. Ji sedî 93 astengdar e û di heman demê de pirsgirêkên wî yên dîtin û bihîstinê hene. Ji ber ber nexweşiya diyalîzê pirsgirêkên wî yên dil û tansiyonê hene. Di rojê de 15 saetan dikeve diyalîzê. Ji ber nexweşiyên pê dikeve bunyeya wî her ku diçe qels dibe. Ji ber vê yekê divê di xwarin û vexwarin û paqijiyê de baldar be. Lê di girtîgehê ne ne pêkane ku ev şert û merc pêk werin.”   Çevîrmen, diyar kir ku ATK’ê ji bo Taşkiran ê rojê 15 saetan dikeve diyalîzê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye û wiha got: “Ji ber di 13’ê mijdara 2023’yan de lingê wî werimî rakirina beşa lênêrîna lezgîn. Dema di 17’ê mijdarê de hevjîna wî diçe serdana wî dibîne ku nikare li ser lingên xwe bisekine.”   ‘DIVÊ DEMILDEST WERE BERDAN’     Çevirmen, destnîşan kir ku daxwaza parêzeran a taloqkirina înfazê ya ji bo Taşkiran nehatiye qebûlkirin û ev tişt gotin: “Divê Ramazan Taşkiran ê bi tu awayî nikare li girtîgehê bimîne demildest were berdan. Ji ber rewşa wî girane û bi awayekî kelemçekirî nikare seyahate bike divê ji aliyê ATK’ê ve li ser dosyayê biryar were dayîn û li cem malbata xwe were dermankirin.”