'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e' 2023-12-02 16:13:23   STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 975’emîn a de li Qada Galatasarayê hatin gel hev û aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn. Raportorê Daîmê ya Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor jî diyar kir ku parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e.    Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 975’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Piştî 33 hefte şûnde bi berxwedaneke bêhempa carek din li Galatasarayê çalakiya xwe pêk anîn.    Beriya çalakiya vê hefteyê hemû kolanên Cadeya Îstîklalê bi wesayîtên zirxî û yên binçavkirinê hatin girtin. Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Dayikên/Mirovên Şemiyê di destên wan de qûrnefîl û bi wêneyên xizmên xwe ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hat pirsîn. Daxuyaniya vê heftê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Sebla Arcan ve hat xwendin.    Arcan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca çalakiyê û got: “Em ji bo Huseyîn Taşkaya yê ku 30 sal in aqûbeta wî nehatiye zelalkirin edaletê dixwazin. Huseyîn 42 salî bû bavê 4 zarokan bû. Li Girê Sor mutehît bû. Di 6'ê Kanûna 1993'yan de ji hêla cerdevanên êşîra Bucak û polîsan ve bi ser mala apê wî ya li taxa Baglara Girê Sorê hat girtin û Huseyîn hat binçavkirin. Xizmên Huseyîn ji ber ku li dijî binçavkirinê derketin lêdan xwarin. Huseyîn bi maşîneya leşkerî birin. Çend malbat serî li cenderme, emniyet, dozgerî û walîtîyê dan jî bêbersiv man.    KIRYAR NEHATIN CEZAKIRIN   Derbarê aqûbeta wî de lêpirsînek nehat destpêkirin. Çend li ber çavên şeniyên taxê û xizmên wî hat binçavkirin jî dozgerî derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da. Aqûbeta wî nehat zelalkirin û kiryar nehatin cezakirin. Malbat 4 nifşin ji bo diyarkirina li aqûbeta Huseyîn di nav lêgerînê de nin.    BANG LI MEQAMÊN SIYASÎ HATE KIRIN    Di hefteya 975’emîn de em carek din bang li meqamên siyasî dikin. Ji bo darizandina kiryaran û zelalkirina aqûbeta Huseyîn lêpirsînek bê destpêkirin. Çend sal derbas dibe bila derbas bibe jî em ê ji bo Huseyîn û ji bo windayên din lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”   Piştî daxuyaniyê beşdarvanan qurnefîl danîn Qada Galatasarayê û dû re Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor li avahiya ÎHD'ê ya Beyogluya Stenbolê daxuyaniyek da.   DAXWAZA DAYIKÊN ŞEMIYÊ REWA YE   Dayik û Mirovên Şemiyê, endamên Dayikên Aştiyê, Endamên Dayikên Nobeta Adaletê, Hevseroka Giştî ya ÎHD Eren Keskîn û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Nacho, diyar kir ku ji bo piştevaniyê hatiye û got: “Gelek polîs ji bo çalakiyê kom bibûn. Daxwaza Dayikên Şemiyê rewa ye. AYM jî bi biryara xwe meşrûbûna çalakiyê aniye ziman. Biryara AYM’ê cihê pesin dayînê ye. Lê biryar hat binpêkirin. Ez pir dilşadim ku min çalakiya Dayikên Şemiyê şopand. Ji ber ku Dayikên Şemiyê nîşaneya welatîbûnê ne. Li Tirkiyeyê gelek maf tên îhlalkirin, lê min xwest ez çavderiya Dayikên Şemiyê bikim. Parastina Dayikên Şemiyê tê wateya parastina mafên mirovan. Ez ji bo mafê we li vir im.”   Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.