‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’ 2023-12-02 16:42:47   STENBOL - Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba yê ev 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û destnîşan kir ku tevî nexweşînên xwe Akbaba nayê dermankin û berdana wî tê astengkirin.    Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, 610’emîn “Rûniştina F” ya ku her hefteyê li dar dixin, li pêşiya avahiyê şaxê li dar xist. Di rûnişatina vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba. Di daxuyaniya hatiye dayîn de pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin”, “Bila girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba were berdan” hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bila Yûsûf Akbaba were berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Gelek aktîvîstên parastivanên mafên mirovan, tev li daxuyaniyê bûn.     Daxuyaniya vê hefteyê Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Mehmet Acettîn xwend. Acettîn diyar kir ku Akbaba bi dorî sirgunî 6 girtîgehên cuda hatiye kirin û herî dawî wî sirgunî Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê kirine.    ‘DI QAWÎŞA YEKKESÎ DE TÊ RAGIRTIN’   Acettîn di daxuyê de ev tişt anî ziman: “Di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Tevî ku nexweşê şekirê ye, xwarina diyatê nadin wî. Herwiha nexweşê tansiyonê ye û talûkeya krîza dîl jî heye. Ji ber nexweşiya xwe ya şekirê, di piyê wî de birîn çêbûne, nikare bimeşe. Tansiyona wî bilind e û dermanan jî nadin wî. Ji ber nexweşiyên xwe, çavên Akbaba baş nabînin. Hemû mafên wî, di girtîgehê de jê hatine stendin. Tevî ku pêdiviya wî bi derman û lênêrînê heye, wî di qawîşekê de tenê radigirin. Tevî ku nikare li xwe binêre, xwarina diyetê jî nadin wî. Dema ku bi lezgînî pêdiviya wî bi çûna nexweşxaneyê çêdibe jî wî nabin nexweşxaneyê. Dema dibin jî dermanan nadin wî. Akbaba nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bike.    BERDANA WÎ TÊ ASTENGKIRIN   Acettîn nameya Akbaba ya ku di meha mijdarê ji ÎHD’ê re şandiye de ragihand û got: “Akbaba di nameya xwe de gotiye ku tansiyona wî derketiye û dermanên wî nedane wî. Gardiyan girtiyên edlî sor dikin û gefa mirinê li wan dixwin, berdana wî 9 sal in, bi qesta asteng dikin.   Acettîn anî ziman ku ew wek parastvanên mafên mirovan, dixwazin ku mafên Akbaba û hemû girtiyên nexweş, neyên astengkirin û ji bo werin dermankirin jî wan berdan. Acettîn bang li rayedaran kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih.