Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye 2023-12-02 16:50:45   RIHA – Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Di pirsgirêka kurd de muxatap Birêz Ocalan e. Divê dewlet bi micid nêz bibe. Çavê hemû kurdan li Îmraliyê ye.    Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Curnê Reş û Hewagê 1’emîn Kongreyên xwe yên Asayî li dar xistin. Gelek kes tev li kongreya navçeya Cûrnê Reş hatiye lidarxistin bûn. Pankarta “Ji Birêz Ocalan re azaadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate daliqandin.    Di kongreye de endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Aliye Kizildemîr axivî bale û bale kişand ser grevên  birçîbûnê yên li girtîgehan û got: “Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em silavên xwe ji hemuyan re dişînin. Di têkoşîna azadiyê de jin pêşengtiyê dikin. Em hemû rêhevalên xwe yên jinên pêşeng bi bîr tînin.    ‘TÊKOŞÎNA ME ZELAL E’   Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: “Di girtîgehan de grev hene. Divê ev tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin. Divê em jî tev li têkoşîna girtiyan bibin. Têkoşîna me zelal e. Di pirsgirêka kurd de muxatab Birêz Ocalan e. Divê dewlet micid tevbigere. Çavê hemû kurdan li Îmraliyê ye. Ne tenê kurd, divê Tirk û hemû gelên li Tirkiyeyê, ji bo çareseriyê dengê xwe bilind bikin.    HEVSEROKÊN CÛRNÊ REŞ   Piştî axaftinan derbarê roparên aborî û çalakiyên partiyê pêşkeşî hatin kirin. Ji bo hevserokatiya HEDEP’a navçeya Cûrnê Reş  Mûstafa Koyûncû û Meral Ozdemîr hatin hilbijartin.   HEVSEROKÊN HEWAGÊ   Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li 1’emîn Kongreya HEDEP’a Hewagê bûn. Kongre bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Piştî axaftinan ji bo hevserokatiya navçeya Hewagê Îslîm Dogan û Huseyîn Keser hatin hilbijartin.