Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel 2023-12-02 17:19:40   STENBOL - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ê di mitînga Kartalê de axivî, têkoşîna hevpar destnîşan kir û wiha got: “Em vê tarîtiyê belav bikin û têkoşîna edalet û aştiyê bi hev re mezin bikin.”   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşmeya “Em budçeya gel a demokratîk a ji aliyê kedê ve dixwazin” li Qada Kartalê mitîng li dar xist. Kedkarên cemaweriyê yên bi kortejan qada mitîngê tejî kirin pankartên “Ne ji patronan re ji mamosteyan re budçe” , “Ne ji sermayeye re ji gel re budçe” , “Em dixwazin bijîn” hilgirtin.    Di mitîngê de dirûşmeyên “Kar, nan, aştî azadî” , “Bijî piştevaniyê çînan” , “Ne ji çekan re ji perwerdehiyê re budçe” , “Bijî têkoşîna me ya birêxistinî” , “Em dixwazin weke mirovan bijîn” , “Jin jiyan azadî” , “Ji şer re na, bila demildest aştî pêk were” hatin berzkirin. Rêxistinên jinan, partiyên siyasî, Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û gelek saziyên sivîl ên civakî yên weke Hêzên Ked û Demokrasiyê beşdar bûn. Di mitîngê de ji bo kesên di têkoşîna kedê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.    ‘TEQEZ WÊ KEDKAR SERBIKEVIN’    Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’a Stenbolê Nezahat Altinsoy a di mitîngê de axivî, destnîşan kir ku budçeya desthilatê amadekirî belgeya “xiyanetê” ye û wiha got: “Desthilatên ji nijadperestî û mîlîtarîzmê sûd digirin nikarin budçeyên gel çêbikin.” Altinsoy, anî ziman ku ji bilî têkoşînê tu çareya wan nîne.    TÊKOŞÎNA JI BO DEMOKRASIYÊ     Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî bi kurdî û tirkî herkes silav kir. Bozgeyîk, anî ziman ku polîtîkayên tepisandinê yên hikûmetê yên li ser karker û kedkaran dewam dikin û wiha got: “Em bi faşîzmeke vekirî re rû bi rû ne.”   Bozgeyîk, da zanîn ku li gelek deverên cîhanê polîtîkayên şer, dagirkerî û qirkirinê dewam dikin û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên Îsraîlê yên li dijî Filistînê, polîtîkayên şer û qeyûmê yên ji ber nebûna çareseriya pirsgirêka kurd li welatê me, krîzên pirhejmar kûrtir dikin. Êdî nikarin îdare bikin. Bi her roja ku derbas dibe re têkiliyên qirêj ên navbera olîgargakan û mafyayan û AKP û MHP’ê di çapemeniyê de cih digirin. Gelê me êdî nikare bêhnê bistîne. Em îro bi we re li meydana Stenbolê û Amedê ji bo budçeyeke ji ked û gel li qadan in.  Ji ber ku desthilata siyasî polîtîkayên xwe yên milîtarîst, olî û zayendîperest didomîne, yên winda dikin dibin gel, kesên teqawît, kesên mûçeyên kêmtirîn digirin û xwendekar. Ji bo demokrasiya li welêt em têkoşîneke hevpar dimeşînin.”   ‘FATOREYA KRÎZÊ DÊ JI KÊ RE WERE BIRÎN?’    Bozgeyîk, destnîşan kir ku desthilatê bi budçeya amadekirî re tercîha xwe ji alîgir û sermayedaran re bikaranî û diyar kir ku budçe ji bo gel neyînî ye. Bozgeyik, anî ziman ku heke budçe were qebûlkirin dê ji bo kesên teqawît “bixeter” be û wiha berdewam kir: “Bi taybetî dê xizanî û birçîtiya kesên teqawît zêde bibe. Krîza herî bingehîn ya îro ew e ku kî dê fatoraya krîzê bide. Kesên welat bi rê ve dibin fatoraya krîzê li bêkarên ciwan, xizanan û teqawîtan bar dikin. Em ber bi xizaniyeke kûr ve diçin, sermayedar dewlemendiya xwe zêde dikin.”   HÊZA YEKANE    Bozgeyîk, gotinên xwe wiha domandin: “Heke em têkoşîna li welat me daye destpêkirin bilind nekin em hemû dê winda bikin. Ji ber wê yekê peywîr dikeve li ser milê me hemûyan. Ji bilî hatine bahev tu çareyên din nînin. Yekane hêza ku welatekî demokratîk ava bikin em in. Ji bo yekitiya kedê û xwişk û biratiya gelan hêvî em in. Bes em li cem hev bin.”   ‘EM Ê JI TÊKOŞÎNÊ VENEGERIN’    Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî destnîşan kir ku ji bo jiyanê têdikoşin. Fîncanci, destnîşan kir ku ji nava têkoşîna ked û jiyanê hatine, ji têkoşînê venagerin û wiha got: “Bi salan em serbilind in ku bi KESK’ê re li cem hev in. Bi taybetî em di erdhejê de bi hev re bûn. Encax em werin cem hev hêzê bidin hev û tenduristiyê xurttir bikin û têkoşînê mezin bikin.”   ‘EM LI HER DERÊ NE’     Fîncanci, bi bîr xist ku ji ber “xebatên derveyî armancê” ji peywîrê hatine wergirtin û wiha berdewam kir: “Heta ku azadî, tenduristî, edalet û aştî nebe tiştek nabe. Ji ber vê em li rex tenduristiyê ji bo azadî, aştî û edaletê têdikoşin. Heta ku aştî nebe ne pêkane ku mirov bijîn. Em tiştên li Xezayê diqewimin dibînin. Nabe ku mirov temaşe bike. Çîna karkeran bi hêz e. Divê em çîna karkeran ne li malê li qadê bibînin. Ji ber ku yekane xelasî bi hev re ye. Her wiha TTB em hemû ne. Em li her derê têdikoşin. Li Akbelenê ne, li Sînopê ne û li dijî şer li Xezayê ne li Rojava ne. Ji bo ku rawestînin şer li ku be em ê têbikoşin. Bêdengî me xelas nake. Qasî ku bêdeng bibin dora we jî tê.”   Piştî axaftina Fîncanci herkesê dirûşmeya “TTB em in em jî li vir in” berz kirin.     Mitîng bi konsera hunermendên NÇM’ê bi dawî bû.