MYK’â HEDEP’ê ji ber mijarên sereke sibê dicive 2023-12-02 17:33:40   ENQERE – Di civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya HEDEP’ê ya dê sibê bi mijarên sereke yên wekî kurtkirina nav, tratejiya hilbijartina herêmî ya li bajarên Tirkiyeyê, dê werin nîqaşkirin.    Civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dê sibê bicive. Civîn dê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan sibê li Navenda Giştî ya HEDEP’ê were li dar xistin.     Di civîna sibê de dê biryara Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ya derbarê HEDEP’ê de bi hinceta navê wê dişibe HADEP’ê dê were nîqaşkirin.  Herwiha geşedanên aborî, siyasî, civakî yên li herêmê û cîhanê rû dane dê werin nîqaşkirin. Dîsa dê koordinasyona hilbijartinê dê pêşkeşiyekê bike û dê li gorî vê pêşkeşiyê û encamên anketên li bajarên Tirkiyeyê, dê nexşerêya hilbijartina herêmî yên li bajarên Tirkiyeyê jî were nîqaşkirin.    DÊ RAPOR WERIN LÊKOLÎNKIRIN   MYK dê raporên ji navçe û bajaran hatine jî bi berfirehî nîqaş bike. Li gorî raporan dê mijara ji bo şaredariyên li bajarên Tirkiyeyê ji hêla derxistina û nederxistina endaman jî, bi berfirehî were nîqaşkirin.