Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş hatin kirin 2023-12-03 16:42:08   RIHA - OHD, ÎHD û Baroya Rihayê starta çalakiyên xwe yên Hefteya Mafên Mirovan ku dê di navbera 3-10’ê kanûnê de bike da û ev çalakî diyarî girtiyên nexweş kirin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê starta çalakiyên ku dê bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan di navbera 3-10’ê kanûnê de li dar bixe, bi daxuyaniyekê da. Daxuyanî li Baroya Rihayê hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulistan Paydaş axivî. Paydaş, diyar kir ku dê çalakiyên wan 8 rojan bidomin û dixwazin di van çalakiyan de balê bikişînin ser kevneşopiya têkoşînê û dîroka rûmeta mirovahiyê û mafên mirovan.    Paydaş, anî ziman ku dîroka têkoşîna mafên mirovan tije berxwedan û tecrûbe ye û wiha pê de çû: “Tirkiye roj bi roj ji teahûda demokrasî û hiqûqê dûr dikeve. Vê yekê jî rê li ber qelsbûna mafên mirovan û mekanîzmaya venêrînê vekir. Yek ji beşên civakê yên di serî de rastî bêhiqûtiyan tên, girtiyên nexweş in. Di mijara girtiyên nexweş de dewlet li dûrî wekhevî û edaletê tevdigere û mercên wan girantir dike. Ji bo ku çi mirinên din li girtîgehan çênebin, ji bo maf û azadî bikevin dewrê, ji bo girtiyên nexweş li cem xizmên xwe bên tedawîkirin, em Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş dikin.”    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Di berdewamê de Paydaş got ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê 10 jê rewşa wan girtî bi giştî zêdetirî 200 girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk heye, hene û wiha pê de çû: “Her wiha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê 64 girtiyên rewşa wan giran û nexweşiyên wan kronîk heye, hene. Li Girtîgeha Sêweregê jî 2 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê dewlet ji bo parastina mafê jiyanê ku pîroz e, tavilê berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Lê mixabin dewlet di demên dawî de li gorî qanûnan tevnagere.”    JIYANEKE LI GORÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ    Paydaş, bal kişand ser jipeywirgirtinê ya endamên TTB’Ê, krîmînalîzekirina muxalefetê, Doza Kobanê, neberdana Can Atalay, Doza Geziyê û greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Tevî her cureyên zext, girtin û îşkenceyan jî divê mafên mirovan bên pîrozkirin û divê her kes di wê ferqê de be ku heta mirovatî rizgar nebe tu kes nikare rizgar bibe. Tenê dema hemû mekanîzmayên mafên mirovan bi cih hatin em dikarin bibin parçeyeke jiyana li gorî rûmeta mirovahiyê.”    TEQWÎMA ÇALAKIYAN   Di berdewamê de jî Paydaş çalakiyên ku dê di Hefteya Mafên Mirovan de li dar bixin wiha rêz kir:    * 3’yê Kanûnê Roja Yekşemê:  Dê saet di 12.45’an de ‘Rapora Binpêkirinên li Girtîgehan’ bê eşkerekirin, saet di 13.00’an de panela ‘Mafê Darizandina Adilane û Destûra Bingehîn’ bê lidarxistin.    * 4’ê Kanûnê Roja Duşemê: Dê saet di 11.00’an de panela bi sernava ‘Pirsgirêka Paşvegera Dilxwazî ya Tirkiyeyê’ bê lidarxistin.    * 5’ê Kanûnê Roja Sêşemê: Dê tev li danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê bibin, li goristanê merasîma bîranînê bê lidarxistin û malbatên qurbaniyan bên ziyaretkirin.    * 6’ê Kanûnê Roja Çarşemê: Dê li Dibistana Navîn pêşkeşiya bi navê ‘Îhmala li Dijî Zarokan û Îstîsmar’ bê lidarxistin û saet di 17.00’an de jî fîlmê Press bê pêşandan.    * 7’ê Kanûnê Roja Pêncşemê: Saet di 11.00’an de dê semînera bi sernavê ‘Mafê Xwegihandina Tenduristiyê yê Girtiyên Nexweş’ û saet di 15.00’an de jî dê ‘Xebata Atolyeyê ya Mafên Mirovan û Jinan’ bên lidarxistin.    * 8’ê Kanûnê Roja Înê: Saet di 11.00’ê de dê semînera ‘Di serdema Otorîteya Popûlîst de Axaftina li Ser Mafên Mirovan’ bê lidarxistin.    * 9’ê Kanûnê Roja Şemiyê: Saet di 12.00’an de dê daxuyaniya ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re bê dayîn, saet di 12.30’an de panela bi sernavê ‘Lêgerîna Heqîqetê ya 28 Salan; Dayikên Şemiyê’ bê lidarxistin. Saet di 19.00’an de jî dê lîstika şanoyê ya ‘Kûçikê Sergoyê’ bê pêşandan.    * 10’ê Kanûnê Roja Yekşemê: Saet di 11.00’an de dê panela ‘Li Rojhilata Navîn Pirsgirêka Kurd û Tecrîd’ bê lidarxistin û saet di 15.00’an de jî daxuyanî were dayîn.    PÊŞANGEHA RESMAN   Piştî daxuyaniyê, di qata ketina avahiya xizmetê de bi sernavê “Derheqê Derdorên Mafên Wan Hatine Binpêkirin” pêşangeha resman hat lidarxistin. Pêşangeh dê hefteyekê vekirî bimîne. Her wiha li ser avahiya xizmetê ya baroyê pankarta mezin a bi navê “Dema hevrûbûna heqîqetê ye” ku wêneyê Emîne Şenyaşar, Dayikên Şemiyê û kesên di komkujiyên Roboskê û Pirsûsê de hatine qetilkirin li ser jî hate daliqandin. Pankart, dê heta 10’ê kanûnê hilayîstî bimîne.    PANELA ‘MAFÊ DARIZANDINA ADILANE’   Piştre jî di çarçoveya çalakiyan de li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya li avahiya xizmetê ya baroyê bi sernavê “Mafê Darizandina Adilane û Tecrîd” panelek hat lidarxistin. Parêzerê Baroya Rihayê Kazim  ekîncî û Cîgira Serokê Navenda Mafên Mirovan Dîcle Aksu moderatoriya panelê kirin. Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Îbrahîm Kaboglû û akdemîsyen Selîn Esen jî pêşkeşî kirin.