Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar bûn 2023-12-03 16:50:36   STENBOL - Remziye Alparslan û Heno Ronak weke Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî yên nû hatin hilbijartin.    Komeleya Lêkolînên Kurdî li avahiya xwe ya li Fatîh a Stenbolê 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Nûnerên partiya siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes tev li kongreyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, kongre bi pêşandana sînevîzyona ku xebatên komeleyê vedibêje dest pê kir.    ‘EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyûp Subaş diyar kir ku wan kevneşopiya Enstîtiya Kurd a Stenbolê dewr girtine û sal bi sal xurtir dibin. Subaşi, got ku divê ji bo kurdî têkoşîneke mezintir were dayîn û kurd xwedî li zimanê xwe derkevin.    Hevseroka komeleyê Remziye Alparslan jî destnîşan kir ku yek ji girîngtirîn xebat perwerdekirina zarokan e û wiha domand: “Ji bo zimanê me bikare xwe li ser pêyan bigire, xebatên tên kirin pir girîng in. Dema em li dîroka enstîtûyê dinihêrin, ez dîsa heman kelecanê hîs dikim. Dema ez li kevneşopiya me dinihêrim, girêdana min hêj zêdetir dibe. Em ê xebaten xwe hîn mezintir bikin. Divê em bi hev re xwedî li vê mîrateyê derkevin. Em bi saya hevalên xwe hatin van rojan û dê ji vir û şûnde jî ev têkoşîn û mîras bidome.”    Zimanzan Zana Farqînî jî di kongreyê de wiha got: “Ez tevahiya hevalên ku îro ne di nav me de ne bi rêzdarî bi bîr tînim. Ya girîng ew e ku peyrewên me hebin. Wê demê em dikarin bibêjin ku em bi ser ketine. Ji bo vê jî divê bi qasî ji dest tê em saziyên xwe xurt bikin.”    Piştre jî rapora fealiyetan a komeleyê hate xwendin. Remziye Alparslan û Heno Ronak weke hevserokên nû hatin hilbijartin.    Kongre bi stranên kurdî bi dawî bû.