Li Kerboranê bi ser malan de hate girtin: Kesek hate binçavkirin 2023-12-03 16:58:42   MÊRDÎN - Li Kerboranê di wesayîta ku hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû. Piştî teqînê bi ser malan de hate girtin û kesek hate binçavkirin.    Îro di danê sibehê de di ketina navçeya Kerboran a Mêrdînê de polîsan wesayîtek dan sekinandin û dorpêç kirin. Demek piştre di wesayîtê de teqîn çêbûn. Hat îdiakirin ku di teqînê de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Piştî teqînê, polîsan li navçeyê bi ser malan de girtin. Polîsan bi ser mala Mehmet Ridvan G. de jî girtin lê G. li malê nebûn. Hat zanîn ku polîsan zarokên G. derb kirin. Di serdegirtina maleke din de jî Mehmet Şîrîn D. hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.    Hat zanîn ku polîs li navçeyê hêj bi ser malan de digirin û liv û tevgereke zêde heye.