Amedspor li hemberî Kastamonu Sporê 1-2 têk çû 2023-12-03 17:02:22   AMED - Amedspor di lîgê de cara ewil li hemberî Kastamonusporê têk çû.    Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, di hefteya 16’an de li sehaya xwe bi Kastamonu Sporê re lîst. Tevî hewayê sar jî bi hezaran alîgirên Amedsporê li stadyûmê amade bûn. Lîstikvanên Amedsporê bi formayên Şehmûz Ozer ku di hefteya bihûrî di maça Înegolsporê de hedef hatibû girtin derketin maçê.    Di deqeya 5’an a maçê de Amedspor bi gola Muhammed Durmuş 1-0 ket pêş. Kastamonusporê jî di deqeya 21’ê de bi gla Kubîlay Yavuz maç kir 1-1. Dewreya ewil a malê 1-1 bi dawî bû. Di dewreya duyemîn de Kastamonusporê di deqeya 48’an de golek avêt û 1-2 kete pêş. Maç, 1-2 bi dawî bû.   Bi vê yekê re Amedspor cara ewil di lîgê de têk çû. Bi vê têkçûnê re Amedspor di 32 pûanan de ma û Kastamonuspor di lîgê de bû tîma yekemîn.