Ji girtiyên li dijî binpêkirinan derketin re cezayê hucreyê birîn 2023-12-03 17:11:01   EDENE - Hate ragihandin ku ji ber ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tên ragirtin li dijî binpêkirinên mafan derketine cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tên ragirtin, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Girtiyên ji malbatên xwe re wiha gotin: “Ji hevalên me yên li dijî helwesta gardiyanan a keyfî derketin re ji bo 11 rojan cezayê hucreyê hate birîn.” Girtiyan her wiha ragihandin ku binpêkirinên mafan ên weke lêgerînên keyfî, heqaret, dema sewqên nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev qewimîne.