Li Misircê 2 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin 2023-12-03 18:43:53   SÊRT - Tekyedîn Yuksekbag û Faysal Okali yên piştî 30 salan hatin berdan, li bajarê xwe navçeya Misirc a Sêrtê bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin.    Tekyedîn Yuksekbag (51) û Faysal Okali (52) yên di sala 1993’yan de  bi îdiaya “Yekitî û yekparebûna dewletê xera kirine” li navçeya Hawêl a Sêrtê bi hev re hatibûn girtin, piştî 30 salan hatin berdan. Girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê hatin berdan, hatin bajarê xwe navçeya Misirc a Sêrtê. Her du girtiyên bi rêzê li Girtîgehên Êlih, Xarpêt, Sêwreg, Semsûr, Şakran, Ermenek, Sêrt û Hîlwanê man ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê hatin berdan.    BI GIRSEYÎ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN   Her du girtiyên piştî hatin berdan, hatin navçeya Misircê ji aliyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê, rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Misircê û gel ve hatin pêşwazîkirin. Her du girtiyên bi konvoyê hatin pêşwazîkirin pişt re derbasî mala xwe ya li navçeyê bûn û li vir jî ji aliyê gelek kesan ve bi kulîlk, çepik, meşale û tilîliyan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Her du girtiyên daxwazên başiyê qebûlkirin, spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin.