HEDEP dê biryarên xwe yên pêvajoya hilbijartinê sibê aşkere bike 2023-12-03 20:03:53   ENQERE - Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan dê biryarên têkildarî pêvajoya hilbijartinê ku di civîna MYK’ê ya didome de wergirtine bi civîneke çapemeniyê aşkere bike. Beşa civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li Navenda Giştî ya HDP’ê serê sibê dest pê kir û hilbijartinên herêmî û gelek rojevên girîng hatin nîqaşkirin a îro bi dawî bû. Di civînê de ka dê di hilbijartinên herêmî de ji rojavayê Tirkiyeyê namzetan derxînin an na û biryara guhertina kurtenavê partiyê ya li ser neqebûlkirina Dadgeha Bilind hate wergirtin dîsa hate rojevê. Di civînê de her wiha biryar hat dayîn ku biryarên di pêvajoya hilbijartinê de çawa tevbigerin ji aliyê Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan ve bên ragihandin. Buroya Çapemeniyê ya HEDEP’ê li gel vê yekê ragihand ku Dogan dê sibê saet di 11.00’an de li Navenda Giştî ya HDP’ê bi civîna çapemeniyê biryarên hatine wergirtin ragihîne.