ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-04 09:00:03     * Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter destnîşan kir ku divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bibe rojeva bingehîn a herkesên ku “ji xwe re dibêjin ez mirov im” û wiha got: “Divê li dijî sûcekî mirovahiyê yê wisa bêdeng nemînin.”   * Gelê Elkê diyar kir ku li dijî kesên ku vîna wan nas nakin divê gel li ser sindoqan helwesta xwe nîşan bide û wiha gotin: “Piştî ku me vîna xwe nîşan da dixwazin bila qeyûm tayîn bikin, an jî tiştekî din bikin tu wateyeke wê nîne.”   * Parêzer Hakîm Marol ê ku piştî niqaşa ji ber park kirina wesayîtê polîsan êrîşî wî kir û milê wî di sê cihan re şikand, giliyê polîsan kir û serpêhatiya xwe ya roja bûyerê vegot.    * Danişîna Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam bike. (10.00)   * Civîna MYK’a HEDEP’ê dê di roja 2’yemîn de li Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam bike. Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan dê têkildarî civînê nirxandinan bike. (10.00-11.00) ZINDΠ   * DFG, DÎSK Basin-Îş û MKG dê ji bo rojnamevan Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok ên girtî li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyê bidin. (10.00-12.00) ZINDÎ      * Danişîna biryarê ya Doza Vartînîsê, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê bê lidarxistin. (10.30)   * Komeleyên malbatên girtiyên dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin li Amed, Mêrsîn û Edeneyê Nobeta Edaletê bidin destpêkirin. (11.00-13.00)   * Danişîna doza derbarê Îsa E. û Sedat E. yên li Geverê tecawizî D.E’yê kirin de hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê bê lidarxistin. (15.00)    * Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê dê têkildarî girtin û binçavkirinên di demên dawî de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)