Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê têkoşîn bê mezinkirin 2023-12-04 09:07:55   AMED - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter destnîşan kir ku divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bibe rojeva bingehîn a herkesên ku “ji xwe re dibêjin ez mirov im” û wiha got: “Divê li dijî sûcekî mirovahiyê yê wisa bêdeng nemînin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de di encama komployeke navneteweyî de ji Sûriyeyê derket, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertên tecrîda giran de tê ragirtin. Abdullah Ocalan ê di dema girtinê de bi malbat, wasî û parêzerê xwe re bi awayekî bisînor hevdîtin pêk anî, di 25 salan de yek jê di nivî de hate birîn du caran bi telefonê axivî. Li Îmraliya rewşa tecrîda girankirî berdewam dike, 33 meh in agahî nayê wergirtin û ev yek bi cezayên di bin navê “dîsîplînê” de tên dayîn tê berdewam kirin.    Li daijî tecrîda li Îmraliyê daxwaza azadiya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe mezin dibe. Di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Li çar aliyê cîhanê çalakî û aktîvîte berdewam dikin,  bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê tên ragirtin bi çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin tev li kampanyayê bûn.    Di 29’ê cotmehê de jî 172 saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî bi dirûşmeya “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” deklarasyonek aşkere kir. Yek ji îmzekarên deklarasyona azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Hevseroka Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter bersiv da pirsên li ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê, daxwazên azadiyê yên ji bo Rêberê PKK'ê û greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin.  Yeter, destnîşan kir ku penasekirineke hiqûqî ya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hatiye kûrkirin nîne û bal kişand ku ev rewş dibe sedemê gelek pirsgirêkên aborî, civakî, demokratîk û hiqûqî. Yeter, anî ziman ku ji bo tecrîd were bidawîkirin çalakî û aktîvîte kêm in û destnîşan kir ku divê têkoşîn were mezinkirin.    Bi deklarasyona bi serenavê “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” bal kişandin ser girîngiya Abdullah Ocalan û bangek li dewletê kir. Tecrîda li Îmraliyê 25 sal in berdewam dike, ev rewşa agahî negirtinê rê li ber çi vedike?   Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan veguherî pirsgirêkeke her ku diçe kûr dibe. Ev rewşa tecrîdê car caran ji ber mûxalefeta civakî dihate rakirin, car caran dihate kûrkirin, car caran jî bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk dihat û dihate berdewam kirin. Lê di salên dawî de bi taybetî piştî “pêvajoya çareseriyê” rewşa tecrîda mutleq bi polîtîkayên şer û ewlekariyê yên hikumetê hate kûrkirin. Ji sala 2019’an ve hate rewşeke wisa ku ji Girtîgeha Îmraliyê êdî agahî neyê wergirtin. Nirxandina vê rewşê ya bi tecrîdê kêm dê bimîne.        Ne hiqûqnas ne saziyên demokratîk ne partiyên siyasî  ne jî saziyên sivîl ên civakî ne dikarîn li dijî bêhiqûqiyek û sûcê mirovahiyê yê wisa bêdeng bimînin.    Tişta li Girtîgeha Îmraliyê diqewime, nikare tenê bi pêk neanîna rêgezên hiqûqê were vegotin. Astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re li dijî mewzûata navxweyî, Qanûna Înfazê, Destûra Bingehîn, rêgezên bingehîn ên hiqûqa ceza û rêgeza wekheviyê ye. Li dijî hukmên mevzûata navneteweyî ye ku Tirkiye aliyekî wê ye, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Qaîdeyên Mandela û pîvanên herî kêm ên girtîgehan e. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Ocalan ji civakê re agahî nayên dayîn, sedemê cezayên dîsîplînê ku dibin sedema qedexeyên hevdîtinê nayê aşkerekirin, tevî ku sedem nayên aşkerekirin, piştî cezayên dîsîplînê hatin pêkanîn tên teblîxkirin. Ev yek jî dibe asteng ku parêzerên dosyayên Ocalan dişopînin peywîra xwe bi cih bînin. Li vir rewşeke agahî negirtinê ya mutleq heye. Ne hiqûqnas ne saziyên demokratîk ne partiyên siyasî  ne jî saziyên sivîl ên civakî ne dikarîn li dijî bêhiqûqiyek û sûcê mirovahiyê yê wisa bêdeng bimînin. Di vê noxteyê de hem weke OHD hem weke saziyên demokratîk di ferqa berpirsyartiya xwe ya di vî warî de tevgeriyan.    Çima azadiya Abdullah Ocalan girîng e?      Divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bibe rojeva bingehîn a gelên Tirkiyeyê, hiqûqnas û hemû siyasetmedarên li Tirkiyeyê û hemû parazvanên mafan ên ku “ji xwe re dibêjin ez mirov im”.   Birêz Abdullah Ocalan kesayetekî siyasî ye û di parêzname, hevdîtin, serdanên delegasyon û hevdîtinên xwe yên bi rayedarên dewletê re ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingeha demokratîk her tim tîne ziman ku ew alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Di vî warî de fikrên birêz Ocalan jî tên tecrîdkirin. Li aliyê din li djiî çareseriya demokratîk polîtîkayên şer tên pêşxistin. Ne pêkane ku em krîza aborî ya di nav de ne ji tecrîdê serbixwe bifikirin. Di vî warî de heke tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin, şûna di pirsgirêka kurd de polîtîkayên şer, di bingeheke demokratîk de çareserî were pêşxistin, dê ji bo gelên Tirkiyeyê û hemû gelên bindest baş bibe. Ev ne tenê rewşeke ku berpirsyartiya saziyên kurd, siyasetmedarên kurd û gelê kurd e. Li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê bûyîn daxwaza demokrasî, edalet û azadiyê ye.    Beriya niha jî li dijî tecrîda Îmraliyê gelek hewldan û serlêdanên we çêbûn. Her wiha hem we parêzerên cîhanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Pêvajoyeke çawa çêbû, ev hewldanên we dê bidomin?   Elbet ev ne xebata me ya ewil e. Daxuyaniya me ya ewil jî nîne. Dê nebe xebat û daxuyaniya me ya dawî jî. Di vî warî de me me weke hiqûqnasên vê qebûl nakin û li dijî vî sûcê mirovahiyê rewşek pêş xistin û vê yekê qebûlnekirin gelek xebat kirin. Di vî warî de daxuyaniyên bi sedan parêzeran ên bila ‘tecrîd were rakirin’ çêbûn û sedan parêzeran serlêdanên ‘Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’ kirin. Ji ber ku bersiva van serlêdanên me nehate kirin, me bi gotina ‘em nikarin karê xwe bikin, bikevin nava liv û tevgerê’ serî li rêxistinên pîşeyî dan. Me serî li Yekitiya Baroyan û Navenda Mafên Parêzeran da. Ev tenê rêbazên serlêdanê yên me di hiqûqa navxweyî de bikaranîn bûn. Dîsa serî li CPT’î, Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hate dayîn. Li gel van daxuyaniyên me hewl didin vê têkoşînê bimeşînin.    Her wiha Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di çarçoveya serlêdanên hem parêzvanên Ocalan, hem jî saziyên sivîl ên civakî ji Tirkiyeyê re bi rapor û nivîsan aşkere kir ku ev bêhiqûqî nayê qebûlkirin, ev rewş binpêkirina qedexeya îşkence û pêkanînên xerab e, divê dawî li vê bê anîn û Ocalan bi parêzerên xwe re tavilê hevdîtinê bike. Niha em dibînin ku pêvajoyeke ne hiqûqî hatiye avakirin ku desthilata siyasî ya antî demokratîk bi ti awayî mekanîzmayên navneteweyî li ber çavan nagire û heta dadger û dozgerên ku hewl didin van mekanîzmayan bixebitînin jî dikarin bi tacîz û cezayên darazê re rû bi rû bimînin   Ji bilî hewldanên rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan, ji her dera cîhanê bi daxwaza hevdîtina li Îmraliyê gelek serlêdan hatin kirin. Lê rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraiyê berdewam dike. Pergala tecrîdê hatiye asteke çawa,desthilat û aqlê dewletê yê niha çi armanc dike?     Ev polîtîka ne tenê rewşên ku ji hev cuda bên nirxandin, mîna kûrkirina tecrîdê yan jî hewldana çavtirsandina saziyên civakî yên sivîl in. Divê pêkanînên desthilatê tevdeyî were nirxandin.    Em dikarin hikûmeta em di nav de dijîn weke hikûmeteke antî kapîtalîst û populîst binirxînin. Mekanîzmaya dewletê bi hemû saziyên xwe ve ji aliyê vê hikûmeta antî demokratîk û populîst ve hatiye xespkirin. Daraz jî di nav de. Ji bilî vê yekê saziyên sivîl ên civakî ku dixwazin li dijî vê rewşê dengê xwe bilin bikin, bi tirsînin. Ev polîtîka ne tenê rewşên ku ji hev cuda bên nirxandin, mîna kûrkirina tecrîdê yan jî hewldana çavtirsandina saziyên civakî yên sivîl in. Divê pêkanînên desthilatê tevdeyî were nirxandin. Ev pêkanînên rejîma antîdemokratîk her ku diçe kûrtir dibin. Tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan tê pêkanîn, di serî de xwe li Girtîgeha Îmraliyê dide nîşandan pişt re belavî civakê dibe. Em weke hiqûqnas û saziyên sivîl ên civakî muxatabê rewşa tecrîd û îzolasyonê ne.    Astengiyên hevdîtinê yên bi hincetên “rewşa nebaş a hewayê” û “koster xera bûye” dest pê kirin, îro jî bi cezayên di bin navê “dîsîplînê” de tên dayîn, dewam dikin. 33 meh in destûr nayê dayîn ku malbat, wasî û parêzer hevdîtinê bikin. Ev dikare bi “hiqûqê” were vegotin?   Dema hukmên mewzûatên navxweyî hatin nirxandin, tê dîtin ku dayîna van cezayên dîsiplînê bi tu awayî nehiqûqî ne. Ji bo ku cezayên dîsiplînê li hukumxariyekê were birîn, divê di berdela kiryarekê were birîn. Divê li dijî kiryarê hiqûqa dîsiplînê were xebitandin. Lê belê ji ber ku em nizanin li dijî kîjan kiryarî hiqûqeke dîsîplînê tê meşandin, ev sedem ji raya giştî re nehatine aşkerakirin û prosedura hiqûqî ya îtiraza li hemberî wan ji Birêz Abdullah Ocalan û parêzerên wî re nehatiye dayîn, li vir binpêkirineke nû tê kirin.Veguheriye pêkanîneke hem mafê parastinê hem jî mafê darizandina adil bin pê dike. Di vî warî de dayîna cezayên dîsiplînê yên sîstematîk dîsa dibe sedema binpêkirina qedexeya îşkence û mûameleya nebaş. Ji ber kiryarekê cezayên dîsîplînê yên bibe sedema îşkenceya sîstematîk û tecrîdeke sîstematîk ku bi mehan an jî bi salan dewam bike, nikare li mehkûmekî bê ferzkirin. Ev ne di mewzûata navxweyî de ne jî di mewzûata navnetewî  de bi tu awayî nayê qebûlkirin.      Aşkerenekirina hincetên cezayên di bin navê “Dîsiplînê” de tên dayîn çawa dinirxînin?   SSSPPPOOOTTT:::: Ji ber ku sedemek bi vî rengî tune ye, ev fikara nepenîtiyê bûye rewşeke ku ji hêla ewlehîyê ve tê ravekirin. Lê belê ev yek bi ti awayî nikare bibe xwedî karakterekî hiqûqî.   Di pergala hiqûqê ya ceza de xisûsên ku di kîjan rewşan û têkildarî kîjan dosyayan de dikarin biryara nepenîtiyê bidin. Di vî warî de em nikarin vê rastiyê rave bikin ku sedema çalakiya dîsîplînê bi ti hinceteke hiqûqî ji raya giştî re nayê eşkerekirin. Heke hincetek ji bo guncawbûna vê çalakiya dîsiplînê hebûya, wê di serî de ji raya giştî re bihata aşkerakirin. Ji ber ku sedemek bi vî rengî tune ye, ev fikara nepenîtiyê bûye rewşeke ku ji hêla ewlehîyê ve tê ravekirin. Lê belê ev yek bi ti awayî nikare bibe xwedî karakterekî hiqûqî.   Li girtîgehên ku bûne navenda binpêkirinên mafên mirovan ên giran girtî li dijî tecrîda li Îmraliyê ketin çalakiya greva birçîbûnê. Weke OHD hûn ê tem têkildarî daxwazên girtiyan hem jî rewşa wan a tenduristiyê xebatan bimeşînin?     Di vê noxteyê de ne parêzer, ne siyasetmedar ne jî gelên Tirkiyeyê têkoşîneke têrker nadin.   Niha agahiyek zelal li ber destê me nîne ku ev grev li kîjan girtîgehan dest pê kiriye. Agahî ji malbatan hatine ku li hemû girtîgehan ev grev dest pê kiriye. Di çarçoveya van serlêdanan de em ê serdana hemû girtîgehan bikin û bişopînin bê ka çend girtî tevlî bûne, çend roj û heta kengî ev grev wê bidome. Di vî warî de bi armanca şopandina vê grevê bi rêxistinên sivîl ên civakî yên din re ji bo hin koordînasyonan ava bikin hewldanên me hene. Piştî afirandina vê yekê, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê ya girtiyên ketine grevê û şopandina madeyên jiyanî yên weke vîtamîn û şekir ku dema di grevê de ne divê bên dayin, didin girtiyan an na, em ê bixebitin. Em naxwazin rewşeke wisa bibînin ku ji bo bicihanîna rêziknameya hiqûqê, ji bo bicihanîna qanûndanînê tu kes jiyana xwe ji dest bide.    Em naxwazin pêvajoyên mîna pêvajoya 2019’an ku gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek girtî bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû hatine hiştin ku xisareke mayînde hiştiye, bijîn. Ji bo vê tu tehamula me nema. Di vê xalê de em bi ti awayî qebûl nakin ku mirov ji bo bicihanîna mewzûatê û bicihanîna biryara DMME’yê tendirustî û jiyana xwe winda bikin. Di vê noxteyê de divê rayedarên têkildarî û Wezareta Dadê bêyî ku ev rewş rû bide peywîra xwe bi cih bînin û mewzûatê pêk bînin.    Di vê noxteyê de berpirsyariyeke çawa dikeve ser milê hem civakê hem saziyên sivîl ên civakî û hem jî partiyên siyasî?   Ev hewldan teqez têrker nînin. Heke tera kiribûna ji xwe niha ev tecrîd rabûbû. Biryara ‘Mafê Hêviyê’ ya DMME’yê hatibû pêkanîn. Demek di vê noxteyê de ne hiqûqnas, ne siyasetmedar ne jî gelên Tirkiyeyê bi tevahî têkoşîneke têrker nadin. Rastiya ku divê têkoşîn li her qadê bi pîvanên xwe yên hiqûqî, çandî, ekolojîk û siyasî li kolan, mal, edliye û her qadê bê pêşxistin û bilindkirin bi awayekî zelal derdikeve pêşberî me.    MA / Mujdat Can