‘Em ê li ser sindoqan bersivê bidin kesên vîna gel nas nakin’ 2023-12-04 09:11:37 ŞIRNEX - Gelê Elkê diyar kir ku li dijî kesên ku vîna wan nas nakin divê gel li ser sindoqan helwesta xwe nîşan bide û wiha gotin: “Piştî ku me vîna xwe nîşan da dixwazin bila qeyûm tayîn bikin, an jî tiştekî din bikin tu wateyeke wê nîne.” Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) piştî kongreya xwe ya mezin niha jî kongreyên xwe yên navend û navçeyan li dar dixe. HEDEP’a her wiha amadekariyên hilbijartinên herêmî didomîne, li navçeya Elkê ya Şirnexê kongreya xwe ya ewil li dar xist. Welatiyên tev li kongreya HEDEP’ê bûn, piştgiriya biryarên partiyê yên têkildarî hilbijartinên herêmî kirin û anîn ziman ku dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên qeyûm ên desthilatê.    ‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDAN’    Haci Acar (52) diyar kir ku biryara HEDEP’ê ya pêşhilbijartinê di cih de ye û wiha got: “Dewlet bi hemû derfetên xwe hewl dide hileyan bike. Vîna gelê me tune dihesibîne. Divê gelê me jî bi awayekî xurt li cem partiya xwe û namzetê ku were nîşandan bibe.” Acar, anî ziman ku bêtehamuliya dewletê ya li dijî kurdan di hilbijartinê de jî derdikeve holê û wiha berdewam kir: “Tevî veguhestina dengan û dek û dolaban gelê me vîneke xurt nîşan dide kesekê/î dihilbijêre, dewleta ku tehamulî vê yekê nake qeyûm tayîn dike û ji peywîrê werdigire.”   ‘HILBIJARTIN BI HÎLEYÊN DEWLETÊ TÊ DIYARKIRIN’    Acar, bi lêv kir ku dewlet ji bilî polîtîkayên qeyûm di hilbijartinan de bi veguhestina dengan mudaxileyî sindoqan dike û ev tişt gotin: “Bi leşkerên çend mehan li vir dimînin deng didin avêtin û li gorî xwe hewl didin vîna gel biguherînin. Em li vir dijîn lê em nikarin şaredarê vê derê diyar bikin. Ma ev karê mirovahiyê ye?  Yekane armanca wan ew e ku partiya me bi ser nekeve. Heke gel AKP’ê an partiyeke din hilbijêre em ê qebûl bikin. Kes jî tiştekî nabêje. Lê vîna gel hilbijartina li vir diyar nake. Hileya dewletê diyar dike.”   ‘DIVÊ GEL NAMZETEKÎ KU GEL BIKE YEK DIYAR BIKE’    Hakki Ozkan(76), destnîşan kir ku girîng e gel bi pêşhilbijartinê  namzetên HEDEP’ê diyar bike û wiha got: “Divê gel jî namzetekî ku gel bike yek, hembêz bike û herkes li pişt bisekine diyar bike. Divê namzetekî ji rêzê neyê hilbijartin. Divê kesekî xwedî tecrube û dikare gel temsîl bike bê diyarkirin.”   ‘EM Ê BERSIVA QEYÛMAN BIDIN’    Sadî Cîn (66) bi lêv kir ku divê gel di heman demê de di hilbijartinan de yekitiya xwe jî ava bike û wiha got: “Di vê hilbijartinê de em bi hêvîtir in. Em ê serbikevin. Qeyûm neheqîne  û li dijî vîna gel in. Bi qeyûman nîşan didin ku vîna me nas nakin. Zimanê me û nasnameya me înkar dikin. Dibêjin em xwişk û bira ne lê bi kiryarên xwe nîşan didin ku ev yek derew e. Em ê di hilbijartinên pêşiya me de jî bi awayekî xurt piştgiriya partiya xwe bikin û bi şandina qeyûman bibin bersiv.”   Mehemed Ataman (70) jî anî ziman ku gelê kurd dê di hilbijartinan de bersiveke pewîst bide qeyûman û wiha axivî: “Heke gelê me bibe tifaq dê bersiva pêwîst were dayîn. Dê bersiva herî mezin jî bibe ev. Dê gelê me yê welatparêz mal bi mal bigere û bêyî cudakariyê dê di hilbijartinan de hem ji AKP’ê û hem jî ji qeyûman re bibe bersiv. Bêyî ku em li dijî wan serê xwe bitewînin em ê têkoşîna xwe bidomînin û di hilbijartinan de piştgiriya namzetê xwe bikin. Em winda bikin em ê bi namzetê xwe winda bikin, em serbikevin jî em ê weke gel li rex namzetê xwe bisekinin.”   Dewlet Yîgîtê (45) jî destnîşan kir ku divê gelê kurd tifaq û yekitiya xwe ava bike û wiha got: “Gelê kurd dê bersiveke mezin bide qeyûman. Dê encam li gorî dilê me bin. Em ê dengê xwe bidin partiya xwe çi bikin bila bikin. Heta mirinê dê destê me li ser wijdana me be.”   ‘DIVÊ DI HILBIJARTINAN DE TIFAQEK PÊK WERE’    Halîme Dûrsûnê (60) jî anî ziman ku dê hemû şaredariyên di hilbijartinên herêmî de bi qeyûman hatin xespkirin paş ve wergirtin û got: “Bila dengê me ji me re bin bila ew qeyûman tayîn bikin. Dewlet e bi hêz e dike lê divê gel xwe bizane. Heke em tifaqa xwe pêk bînin dê dinya jî li rex me be.”   ‘EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE’    Hawa Atamanê (50) jî ev tişt gotin: “Divê gelê kurd xwedî li dengan derkeve û dengên xwe bide xwe. Piştî ku gel deng da xwe çi dibe bila bibe. Qeyûm tayîn bikin jî tayîn nekin jî em ê dengê xwe bidin xwe.”   MA / Omer Akin