Parêzerê ku polîs milê wî şikand serpêhatiya xwe vegot 2023-12-04 09:12:35   AMED - Parêzer Hakîm Marol ê ku piştî niqaşa ji ber park kirina wesayîtê polîsan êrîşî wî kir û milê wî di sê cihan re şikand, giliyê polîsan kir û serpêhatiya xwe ya roja bûyerê vegot.    Parêzerê Baroya Amedê, Hakîm Marol, di 1'ê kanûnê de li kolana Gazî ya navçeya Sûrê ji ber niqaşên park kirina wesayîtê polîsan êrîşî wî kir û milê wî şikandin. Marol ê ku polîsan milê wî yê çepê di 3 cihan re şikand, li nexweşxaneyek taybet hat dermankirin û hêju dermankirina wî didome. Marol, serpêhatiya xwe ya roja bûyerê ji Ajansa  Mezopotamya (MA) re vegot.    BUYER BI NAQAŞA CIHE PARKÊ DEST PEKIR   Marol anî ziman ku li xaçerrêya kolana Gazî ya Sûrê saet di 17.00'an de xwest maşîna xwe park bike û wiha got: "Min cihekî vala dît û min ji polîsê trafîkê re got 'Vir ji bo parqkirinê guncav î?' Piştî vê pirsê min maşîna xwe park kir. Piştî min maşîne park kir, polîsekî ku destê xwe xistibû bêrîka xwe got 'Tu biçe ceza dê li pişt te were'. Li ser vê gotina polîs min jî got 'Tu qerfê xwe dike? Min got vir guncav î? Te got erê.' Piştî vê gotinê bûyerê dest pê kir û êrîşî min kir. Polîs got 'Te dubayên me pelçiqandine û te zerar daye malê dewletê. Min got 'duba saxlem in. Min zerar nedaye. Tu mafê te tune tu bi keyfi ceza li min bibire' Li ser vê yekê polîs got; 'Ez wisa rojê li 100 kesan ceza dibirim. Lê kes îtîraz nake. Tu jî nikare îtîraz bike.' Min got 'Ez parêzer im, ezê îtîraz bikim. Ez mafê xwe dizanim. Tu erka dewletê bi awayekî xerab bikar tînî. Tu eziyetê didî mirovan. Mafê te tune tu wisa neheqiyê li mirovan bikî'. Piştî vê gotinê êrîşî min kirin."    ‘MILE MIN DI 3 CIHAN RE ŞIKANDIN'    Marol, da zanîn ku piştî niqaşan 2 polîsên bi cilên fermî êrîşî wî kirin û wiha axivî: "Piştî êrîşê polîsên sivîl ku li wir bûn jî êrîş kirin. Nêzî 7-8 polîsan êrîşî min kirin. Yekî bi destê min ê rastê girt û yekî din jî destê min ê çepê 3 caran bada û di 3 cihan re şikand. Piştî milê min şikandin jî li min dan. Yekî din hat ez ji nava destê polîsan derxistim. Got 'Em ê te bibin qereqolê' Min got 'Ez bi vî halê xwe nayêm qereqolê. Min berê bibin nexweşxaneyê. Ez li baroyê geriyam û hevalên min ên parêzer û em hatin nexweşxaneyê. Dema min fîlmê milê xwe kişand, min dît milê min ji 3 cihan şikestiye. Ez roja înê emeliyat bûm. Platin xistin milê min. Piştî min rapor stend, min der barê polîsan de serlêdana sûc kir. Ez ê heta dawiyê bûyerê bişopînim. Piştî ez bêm ser halê xwe ezê dosyayê bişopînim û heta dawî mafê xwe biparêzim.    Marol, bertek nîşanî çapemeniya hawiz û hevkarê dewletê da û wiha bi dawî kir: "Çapemeniya hevkar ez sucdar nîşan dam. Qaşo polîsan milê min neşikandiye û ez ji êrîşan rizgar kirime. Wisa nûçeyên derew çêdikin."    MA / Mujdat Can