Tanhan ê dema li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da 2023-12-04 09:54:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku piştî felc bûbû hatibû berdan, 43 roj piştre jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê nexweş Cemal Tanhan (68) ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, piştî ku felc bû di 23’yê cotmehê de rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê û di 27’ê cotmehê de jî sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Tanhan, di 6’ê mijdarê de hate tehliyekirin û 43 roj piştre jiyana xwe ji dest da.    Malbat û xizmên Tanhan ji bo wergirtina cenaze ber bi Eskîşehîrê ve ketin rê. Hat diyarkirin ku dê malbat cenazeyê Tanhan li Îzmîrê defin bike.    4 CARAN SERLÊDAN HATE KIRIN LÊ NEHAT BERDAN    Cemal Tanhan (68) li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û girtiyê 30 salan bû. Piştî ku felcê lê da, di 23’yê cotmehê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê. Ji ber ku nexweşxane ji tedawiya Tanhan re nedibû bersiv, di 27’ê cotmehê de sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hate kirin. Li ser serlêdanê, di 6’ê mijdarê de înfaza Tanhan hate taloqkirin û di 13’ê mijdarê de entûbe bû. Li vê derê teşhîsa penceşêra di merheleya 4’an de ji bo Tanhan hate kirin. Di dema pêvajoya tedawiyê de Tanhan êdî ji axaftinê bû, bi zatûreyê ket û av li ser kezeba wî kom bû.    Keça Tanhan, Ayşe Tanhan diyar kir ku di 27’ê mijdarê de bi bijîşkê bavê xwe re hevdîtin kirin û têkildarî rewşa bavê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû. Ayşe Tanhan wiha gotibû: “Bijîşkê bavê min got; ‘me ava li ser kezeba wî kişand. Em ê dermanên bi kar tîne biguherînin. Heke tedawî erênî derbas bibe dê hewl bidin hişyar bikin. Bi vî awayî dibe ku sewq jî bikin.’ Lê demekî dirêj bû bavê min dihat tedawîkirin. Rewşa wî her roj xerabtir dibe. Ji ber ku di girtîgehê de bû, dereng dest bi tedawiya wî kirin. Heke zûtir bihata tedawîkirin û li derve bûya dibe ku neketa vî halî.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî ji bo berdana Tanhan di sala 2023’yan de 4 caran serlêdan kir. Lê tu encamek ji van serlêdanan derneket. Serlêdana ewil di 12’ê çileya 2023’yan de ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê; ya duyemîn di 7’ê nîsana 2023’yan de ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê; ya sêyemîn di 23’yê hezîrana 2023’yan de ji bo heman saziyan û ya çaremîn jî di 9’ê cotmehê ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, Dozgeriya Girtîgehê û Wezareta Tenduristiyê hate kirin. Lê belê tevî vê yekê jî tu encam nehatin bidestxistin û Tanhan nehat tehliyekirin.