Xwişka girtiyê di çalakiya grevê de: Êriş lê hate kirin, her derê wî reş û şîn e 2023-12-04 10:11:50   ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ku girtî Huseyîn Karaoglan li dijî sewqkirinê daye destpêkirin didome. Xwişka Karaoglan, Fatma Karaoglan wiha got: “Dema dayika min çû hevdîtinê, birayê min nekariye li ser piyan bisekine û her derê wî reş û şîn bûye.”   Huseyîn Karaoglan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin, ji 11’ê îlonê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Karaoglan, dixwaze ku sewq bên rawestandin, girtî sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin, cezayên dîsiplînan bên rakirin, berdana şertê kontrola edlî bê pêkanîn, girtîgehên Tîpên S, R û Y bên girtin.    Xwişka Karaoglan ê ji sala 2016’an ve girtî ye, Fatma Karaoglan da zanîn bersiva serlêdanên têkildarî daxwazan nayê dayîn. Karaoglan, anî ziman ku wê bi xwe jî serî li Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) û parlamenteran daye lê tu bersiv nehatine dayîn.    ‘ÊRIŞ LÊ HATE KIRIN’    Karaoglan, bi lêv kir ku birayê wê di roja 80’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de dema vegera cihê hewadariyê hatiye derbkirin û wiha got: “Di vê kêliyê de êrişî birayê min kirine. Dema dayika min çû hevdîtinê dîtiye ku her derê wî reş û şîn bûye. Bi kursiyê hatiye hevdîtinê.”   Karaoglan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di hevdîtina me ya telefonê ya dawî de Huseyîn got ku ‘Dema ez her du destên xwe vedikim an bi dîwar an jî bi ranzayê dikevin.’ Girtîgehê nimreyên me astengkirine. Bersiva nimreyên me nadin. Em ji hin nimreyên cuda digerin, dibêjin em malbata Huseyîn in pişt re bersiva wê nimreyê jî nadin.”   ‘HER DERÊ WÎ BIRÎN BÛ’    Karaoglan, diyar kir ku nameyên ji birayê wê re tên şandin nadinê, nameyên ew dişine jî nagihin xwediyên wan û ev tişt gotin: “Hevdîtina hevalan qebûl nakin. Nameyên wî negihiştin me. Dema bersiv negirt jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Dixwaze sewqî girtîgeheke ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin bê kirin. Di rojê de tenê saetekê derdixînin cihê hewadariyê. Di 28’ê mijdarê de îşkence lê kirine û şandine hucreyeke din. Sewqê dixwaze, şûna sewqê dibin cem kesekî ku naxwaze biçe cem wî. Dayika min çû hevdîtina girtî. Pişta wî û destên wî reş û şîn bûn, nedikarî li ser piyan bisekine. Li ser kursiyê hevdîtin kiriye. Zeîf bûye û her derê wî birîn bûye. Hêj jî daxwaza wî ya sewqê heye. Dibêje ‘Heke girtina min a di vê hucreyê de bidomînin, ez ê dest ji avê û şekrê jî berdim.”   ‘EM Ê GILIYÊ BIKIN’    Karaoglan, anî ziman ku têkildarî rewşa tenduristiyê ya birayê xwe bi fikar in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dayika min piştî hevdîtinê bi midurê yekemîn re hevdîtinê dike. Midur dibêje ‘Tiştekî ku em bikin nîne. Herin hûn li ku giliyê dikin bikin.’ Êdî baweriya wan bi kê tê nizanim. Em dizanin li pêş kamerayan êriş kirine. Em ê giliyê rêveberî û gardiyanên êriş kirine bikin.”