Rojnameger Gok ji ber pirtûka di salên 1800’î de hatiye nivîsandin tê darizandin! 2023-12-04 10:19:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Duyemîn danişîna rojnameger Abdurrahman Gok ku kêliyên qetilkirina Kemal Kurkut kişandibû, sibe tê lidarxistin. Gok, ji ber îfadeyên şahidekê ku qet nas nekirî û ji ber nûçeya wergera pirtûkeke di salên 1800’î de hatiye nivîsandin tê darizandin.    Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok dê sibe dîsa derkeve pêşberî dadgehê. Gok, zêdetirî 7 meh in girtî ye û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin.    ŞENGAL, KOBANÊ, KEMAL KURKUT, ERDHEJ…   Rojnameger Gok zêdetirî 20 sal in rojnamegeriyê dike û heta niha gelek caran nûçeyên wî deng vedan. Gok, bû dengê êzidiyan ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de bûn hedefa DAIŞ’ê. Her wiha bû yek ji wan rojnamegeran ku dengê berxwedana Kobanê ya di 5’ê Cotmeha 2014’an de li tevahiya cîhanê belav kir. Di Newroza Amedê ya sala 2017’an de her kêliya cînayeta Kemal Kurkut kişand û nehişt ku rastî were berevajîkirin.    Derbasî Îrana bû ku Jîna Emînî lê hate qetilkirin, çalakî di cih de şopand û nivîsand. Herî dawî jî di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan ên Mereşê de ku bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest da, di saetên destpêkê de berê xwe da navçeya Bazarcix a Mereşê.    ‘DÊ FAŞÎZM TÊK BIÇE, BIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD’    Gok, ji roja dest bi rojnamegeriyê kirî heta niha gelek caran bû hedef. Gelek caran hate binçavkirin û bi heman tawanbariyan hate girtin. Herî dawî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 25’ê nîsanê de tevî 126 kesan hate binçavkirin. Di 27’ê nîsanê de jî 5’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” biryara girtinê da.    Korîdorên edliyeya lê hatibû girtin gotinên wî yên “Qet mereq nekin dê faşîzm têk biçe. Dê faşîzan def bibin biçin. Bimre faşîzm, bijî Çapemeniya Azad” olan da.    Gok, niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin û danişîna wî ya ewil di 14’ê îlonê de hate lidarxistin. Şandeya demkî li dozê nihêrt û Gok nehat tehliyekirin. Danişîna wî taloqî 5’ê kanûnê (sibe) hate kirin.    Di danişîna ewil de biryar hate dayîn ku li şahidê eşkere Umît Akbiyik were guhdarîkirin ku heta niha derheqê bi sedan kesan de îfade daye. Her wiha dosyayên Gok ên niha li Dadgeha Bilind tên sekinandin hatin xwestin.    ÎDIAYÊN DI ÎDIANAMEYÊ DE    Rojnameger Gok, bi îdianameyeke ji 14 rûpelan tê darizandin. Îdianame, di roja 47’emîn a girtina Gok de hate amadekirin û beşeke îdianameyê ji “avadaniya KCK’ê” pêk tê. Beşa din jî ji îdiayên şahidên nepen û eşkere, nûçe, naveroka pirtûkên hatine desteserkirin û ji hevdîtinên telefonê yên bi hempîşeyên xwe re kiriye pêk tê.    GOK: LI SER ÎFADEYÊN DEREW HATIM GIRTIN    Tê payîn ku di danişîna sibe de li şahidê eşkere Akbiyik were guhdarîkirin. Şahid Akbiyik îdia kiribû ku rojnameger Gok li Pel Produksiyonê dixebite û “Xebatên xwe li gorî fermanên endamên rêxistinê dimeşîne.”    Di danişîna ewil de Gok bal kişand ser îdiayên behsa xeberê. Gok, da zanîn ku di dema pêvajoya lêpirsînê de Akbiyik 4 caran îfade daye û di van îfadeyan de qet behsa wî nekiriye. Gok, got ku wî ev yek ji dozgerê lêpirsînê re jî ragihandiye û ev tişt anî ziman: “Di lêpirsînên du şahidên destpêkê de heta navê min jî tune ye. Piştre pirsa ‘Gelo Abdurrahman Gok nas dikî?’ jê hatiye kirin. Wî jî gotiye; ‘ez van tiştan dizanim.’ Piştre jî dosya hate amadekirin. Şahid ji bo min dibêje ku li PEL Produksiyonê dixebite. Ez li wir nexebitîm, lê ji ber îfadeyên wî yên derew hatim girtin. Şahid di îfadeya xwe de dibêje ku ez carekê dîtime.”    Yek ji tawanbariyên din a tê kirin jî dîmenê bi sernavê “Kobanê; ne fîlm e ne belgefîlm e” ku ji dîmenên Gok di dema 2014 û 2017’an de li Kobanê kişandibû pêk tê ye. Gok, ji bo şopandina nûçeyan ev dîmen kişandibûn û li ser hesaba xwe ya YouTubeyê parve kiribûn. Li gorî dozger Gok bi vê belgefîlmê “propagandaya rêxistinê” dike.    TAWANBARIYA BELGEFÎLMÊ   Lê Gok li dijî vê wiha îtîraz dike: “Bêguman dema belgefîlma bajarê Kobanê dikişînim dê di vîdeoyan de goristan û peyker hebin. Her wiha gotinên xweşik ên têkildarî bajar jî weke sûc hatine nîşandan lê yên ku wan gotinan dikin ez nînim, xelkê wê derê ye. Bêguman dê pesnê wê bidin, gotinên xweşik bikin. Di dawiya dawî de li wir bi hezaran kesan ji bo derxistina DAIŞ’ê canê xwe dan. Heke ew der nehata girtin niha îro sînorê me bi DAIŞ’ê re hebûya. Li dijî DAIŞ’ê ew der parastin. Serokkomar wê demê got; ‘me korîdor vekir.’ Turbeyê Suleyman Şah di bin kontrola YPG/YPJ’ê de ji Eşmeyê anîn. Di rewşeke wiha de kişandina belgefîlmekê çawa dibe sûc?”    PIRTÛKA DI SALA 1830’AN DE HATIYE NIVÎSANDIN BÛ MIJARA SÛC    Yek ji tawanbariya herî balkêş a di îdianameyê de jî nûçeyên ji bo danasîna pirtûkan hatine kirin in. Nûçeya danasîna pirtûka Élisée Reclus a bi navê “Çîroka Çiyayekî” ku di salên 1800’î de nivîsandiye û wergêra wê ya tirkî di sala 2021’an de ji hêla Weşanên Aramê ve hatiye çapkirin, weke sûc hatiye nîşandan.    Gok, destnîşan kir ku pirtûka behsa xeberê di sala 1830’an de hatiye nivîsandin û got ku dozger hewl dide ji ber peyva “Çiya” sûcekî biafirîne. Gok, diyar kir ku gelek weşanxane pirtûkên xwe ji wî re dişînin an jî weke protokol ji ajansê re dişînin û ew jî îro bi naverokên van pirtûkan tê sûcdarkirin.    NAMEYA JI WEZARETÊ RE NIVÎSANDÎ   Di îdianameyê de tawabariya herî balkêş jî nameya malbata Kisa ku astengdar in û li Elbistanê dijî ya ji bo Wezareta Edaletê şandibû. Ahmet Kisa ku ji guh û ziman ve astengdar e û dayika wî ya 70 salî Elîf Kisa di 3’yê kanûna 2020’ê de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê, ji Wezîrê Edaletê yê demê Abdulhamît Gul re name şandibû. Rojnameger Gok, ji ber parvekirina vê nameyê hate sûcdarkirin.    Her wiha axaftinên Gok ên di navbera salên 2017-2020’î de li ser telefonê bi hempîşeyên xwe re kiribû û pirtûkên di dema serdegirtina malê de hatin desteserkirin weke sûc hatin nîşandan.