Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bersiva Îmraliyê da HEDEP’ê 2023-12-08 16:50:09   ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê dabû. Komîsyona bersiva serlêdana parlamenteran da diyar kir ku heke “guncav were dîtin” Îmrali dikare were ziyaretkirin.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di 16’ê mijdarê de têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û 33 meh in agahî jê nayên wergirtin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê dabû.     Di serlêdanê de hatibû diyarkirin ku li Îmraliyê tecrîda mutleq berdewam dike, girtîgeh ji komîsyonê re jî girtî ye û divê demildest were ziyaretkirin, divê ji aliyê malbat, parêzer û şandeyeke siyasî ve bê ziyaretkirin.     TÊKILDARÎ SERDANÊ BERSIV HATE DAYÎN    Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê ku îro bersiv da serlêdanê diyar kir ku serlêdan li ber çavan hatiye girtin û ji ber rewşa heyî ji Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan agahî hatiye xwestin. Komîsyonê ji bo daxwaza lêkolîna Îmraliyê ya di cih de jî bersiv da. Di bersiva komîsyonê de wiha hate gotin: “Derbarê giliyên we de, lêkolînkirina di cih de ya ji aliyê ‘Komîsyona Jêr a Lêkolînê ya Mafên Girtî û Hikumxwaran’ ve were kirin, heke ji aliyê Komîsyona Jêr ya weke şande peywîra xwe dike ve guncav were dîtin pêkan e. Ji ber vê yekê serlêdana we ji bo pêwîstiya wê were bicihanîn ji aliyê komîsyonê ve hate qeydkirin.”