Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê li Wanê rêzeçalakî bên lidarxistin 2023-12-08 16:50:39   WAN - Rêxistinên demokratîk ên girseyî derbarê Heftaya Mafê Mirovan de dîrokên rêzeçalakî û xebatên xwe parve kirin.    Rêxistinên demokratîk ên girseyî derbarê Heftaya Mafê Mirovan de, dîroka plansaziyên xwe parve kirin. Serokê Şaxa Egitîm Sen’a Wanê Mûrat Atabay, di avahiyê KESK’ê de, dîroka çalakî û komxebatan eşkere kir.    Mûrat Atabay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li dijî maf û azadiyan û da zanîn ku azadiya xweîfadekirinê, hema bêje hatiye ber asta tunekirinê û got: “Em di pêvajoyeke ku pirsgirêka kurd hatiye kûrkirin û polîtîkayên tecrîdê, tevahiya civakê dorpêç kiriye de dijîn.”   Atabay da zanîn ku di pêvajoyeke wiha de dixwazin aktîvîstên parazvanên mafên mirovan bi dozan û girtinan biçewisînin û wiha pê de çû: “Li dijî Baroyên ku wekî desthilatê nafikirin, baroyên alternatîf ava dikin, dîsa qeyûman tayînî Yekitiya Bijîşkan a Tirk a wekî desthilatê nafikire, dikin.”   PANELA TECRÎDÊ    Atabay, ê rêzeçalakiyên Hefteya Mafên Mirovan aşkere kir wiha got: “Weke rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên pîşeyî yên mafên mirovan diparêzin dê di navbera dîrokên 9 û 17’ê kanûnê de têkildarî binpêkirinên mafan, di têkoşînê de bilindkirina rêbazên pratik û derbarê azadiya lêgerîna maf a welatiyan de hin rêzeçalakî plan kirin. Di 9’ê kanûnê de dê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn, rojekê pişt re jî bi serenavê ‘tecrîdê’ dê paneleke were lidarxistin. Parlamenterên HEDEP’ê Sezaî Temellî û Cengîz Çîçek dê tev li panele bibin. Dîsa di nav hefteyê de dê guhdarkirina muzîkê, nîşandana fîlman jî bidome.”   Atabay, herî dawî hemû gelê li bajêr vexwend çalakiyan.