Ji Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Bakirhan li Stenbolê hin serdan 2023-12-08 19:51:42   STENBOL- Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tûncer Bakirhan bi heyeta ku ji wekîlên HEDEP'ê û rêveberiya HEDEP'ê ya Stenbolê pêk dihat, Komeleya Lêkolînên Kurd û Alimên Olî ziyaret kir.   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan, bi heyeteke ji parlamenterên HEDEP'ê û rêveberiya bajêr a HEDEP'ê ya Stenbolê pêk dihat, Komeleya Lêkolînên Kurd û Alimên Olî ziyaret kir.   Bakirhan û heyeta pê re ewil çûn serdana Komeleya Lêkolînên Kurdî a li Fatîhê. Li vir heyet ji aliyê Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan û Hanefî Aydin ve hat pêşwazîkirin. Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Bakirhan bi bîr xist ku komele di demeke nêzîk de kongreya xwe li dar xistiye û hevserokên hatine hilbijartin pîroz kir.   Piştre Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê jî diyar kir ku li Stenbolê hejmareke zêde ya kurdan heye û der barê xebatên wan ên li ser Kurdî de agahî dan. Serdanana mayî ji çapemeniyê re girtî berdewam kirin. Piştre jî hevserokên komeleyê avahiya komeleyê bi heyetê dan nasîn. Piştî ku Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî ferhengeke Kurdî-Tirkî pêşkêşî Hevserokê HEDEP'ê Bakirhan kirin, serdan bi dawî bû.   Bakirhan û heyeta pê re pişt re li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi malbatên ku xizmên xwe winda kirine (ANYAKAYDER) a li Şîrînevlerê bi Alimên Olî re hatin cem hev. Bakirhan û kesên pê re li vir Alimên Olî pêşwazî kirin. Serdana li vir ji çapemeniyê re girtî pêk hat.