Êrişî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin 2023-12-08 20:19:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînkirin ku bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya hêzên DYE’yê ya li Herîr a bi ser Hewlêrê ve hatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku li Hesekê baregeheke leşkerî ya DYE’yê jî hatiye hedefgirtin.   Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, êrişî baregeha leşkerî ya DYA'yê ya li Herîr a bi ser Hewlêrê ve hatiye kirin. Hat ragihandin ku bi dronan êriş hatiye kirin. Heta niha tu kes berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Têkîldarî êrişê daxuyaniyek fermî nehat dayîn.   Her wiha hat diyarkirin ku îro li Hesekê baregeke leşkerî ya hêzên DYE’yê jî hatiye hedefgirtin.