Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin 2024-02-20 09:42:59   STENBOL - Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Esenyûrtê Bahar Karataş û Fatîh Ergun hatin binçavkirin. Polîsan di heman demê de di avahiya navçeyê de lêgerîn kirin.    Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeya Esenyûrtê Bahar Karataş û Fatîh Ergun îro serê sibê li malên xwe hatin binçavkirin. Polîsan li malên her du hevserokan de lêgerîn kirin.    Di heman saetê de polîsan di avahiya navçeyê de lêgerîn kirin. Polîsan di lêgerînê de dest danîn ser gelek pirtûk, kovar û kompîturan.    Derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî nehatin bidestxistin.