Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye 2024-02-24 09:07:55 WAN - Li Wanê di 13 mehan de 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Evîn Kiliç bal kişand ser tundiya zêde dibe û got: “Li pey her mirineke biguman, tundiyek heye.”   Ji ber qanûnên der barê parastina jin û zarokan de nayên sepandin, di sala 2023’yan de rê li ber zêdebûna tundiyê vekir. Tundiya tê kirin, di sala 2023’yan de veguherî qirkirinê. Her ku diçe rewş ji hêla hejmarên derdikevin pêşberî me de xirabtir dibe. Li Tirkiyeyê di sala 2022’yan de 311 jin hatin qetilkirin, 181 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) ên sala 2023’yan, herî kêm 315 jin hatin qetilkirin, 248 jin jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.    Li Wanê jî tundiya li dijî jinê zêde bû. Li Wanê di sala 2023’yan de 2 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha çileya 2024’an de jî jinek hate qetilkirin.    Li Wanê di sala 2023’yan de qetilkirina jinan û mirinên biguman wiha ne: “Li navçeya Artemêtanê Şukru Koçak, Fatma Ûgûr a bi mehra olî pê re birîbû , bi alava tûj qetil kir. Li Elbakê di 27’ê kanûnê de cerdevan F.G. hevjîna xwe Ç.G.’yê bi çekê qetil kir.    MIRINÊN BIGUMAN   Li gundeke girêdayî navçeya Şaxê Hayriye Kîşîoglu, bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Tûşbayê Çîgdem Cansiz bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku Cansiz xwe kuştiye. Di heman navçeyê de Ozlem Karadogan jî weke mirî hate dîtin. Dîlber Servet a li navendê dijiya, bi awayeke guman, mirî hate dîtin. Hasret B. li mala ku tê de dijiya, bi awayeke guman weke mirî hate dîtin.”     Di meha ewil a sala 2024’an de Adîle Ateş ji hêla hevjînê xwe Îbrahîm Ateş ve, bi çekê hate kuştin. Hat zanîn ku Adîle Ateş weke “hevjîna duyem” bi faîl re hatibû zewicandin.    Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê Parêzer Evîn Kiliç destnîşan kir ku li Wanê tundiya li dijî jinan zêde dibe û da zanîn ku li pey her kuştineke biguman, tundiyek heye.    ‘EM DI ŞOPANDINA MIRINÊN BIGUMAN DE ZEHMETIYÊ DIKÊŞIN’   Kiliç anî ziman ku zêdebûna bûyerên tundiyê, di berpirsyariya desthîlat û darazê de ye û wiha axivî: “Diyar e ku qanûnên heyî jin û zarokan naparêzin û faîl ji kirina sûc dûr naxe.”    Kiliç bi bîr xist ku di nava salekê de li bajêr 6 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Em di şopandina mirinên bi guman de zehmetiyê dikêşin. Ev bi giştî ji tirsa parvekirina endamên malbatê pêk tê. Li pey her mirineke guman a jinê, pergaleke zayendperest, tundiyeke mêrsalar heye. Jixwe faîl dizane ku ew ji hêla qanûan ve were parastin, ji ber baweriya van qanûnan, van sûcan dike. Tundiya li dijî jinan, kuştin, bi qanûnên heyî û çêkerên qanûnan re têkildar e.”    ‘DESTHILATA AKP’Ê NE LI DIJÎ TUNDIYÊ YE’   Kiliç polîtîkayên desthilata AKP’ê rexne kir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em her carê tînin ziman ku Peymana Stenbolê pir girîng e. Hebûna peymaneke ku mafê jin, zarok û kesên wek LGBT+’yan pir hêja bû. Lê belê di pêvajoya em hatinê de peyman hate betalkirin. Ev yek jî nîşan dide bê ka desthilat li dijî tundiya ser jinê çawa têdikoşe. Ne tenê betalkirina Peymana Stenbolê, tundiya di nava malê de, kêmbûna rêjeya tevlîbûna jinan a siyasetê, kêmbûna tevlîbûna kar a jinan, palîtîkayên desthilatê yên li dijî jinan in.”   Di dawiya axaftina xwe de Kiliç da zanîn ku cezayên li dijî tundiya jinan tên dayîn, pêşî li tundiya dijî jinê nagire û wiha pê de çû: “Divê faîl ji van qanûnan cesaretê negirin. Minak em li bajêr gelek caran dibin şahidê bûyerên tundiya kesên xwedîunîforma. Dikarin pêşî liv an sûcan were girtin. Ji ber vê yekê divê çêkerên qanûnan pêşî li van sûcan bigirin.”