Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin 2024-02-24 09:46:32   ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarokê Tilqebînê Besê Cevîz û Lezgîn Kosen gotin ku ew ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin û projeyên xwe vegotin.    Bajarokê Tilqebînê yê Silopiya ya Şirnexê ku bûye hedefa polîtîkayên qeyûman a AKP’ê, xwe ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê amade dike. Tilqebîn 6 km’an ji navenda Silopiyayê dûr e, li quntarê Çiyayê Cûdî ye û li ser xeta sînor a Herêma Federe ya Kurdistanê cih digire. Di sala 2016’an dema di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de qeyûm lê hate tayînkirin. Hevşaredarên bajarokê ku ji sedî 62.02’yê dengan standibûn, ji peywirê hatin dûrxistin û girtin. AKP’ê ku bi rêya qeyûm şaredarî xesp kir, di hilbijartinên 2019’an de jî bi hezaran leşkerên li Fermandariya Qereqolê ya bajarokê deng da bikaranîn û şaredarî bi dest xist.    Li dijî polîtîkaya veguhestina “hilbijêran” a îktîdarê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarokê xebatên zêde dimeşîne. Besê Cevîz û Lezgîn Kosen weke namzetên hevşaredariyê hatin hilbijartin. Namzetan gotin ku dê şaredariyê li gorî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk birêve bibin û bibin modêla rêveberiyên herêmî.    ‘KEDA JINÊ JINEDÎTÎ VE TÊ’   Namzeta hevşaredariyê Besê Cevîz endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê ye û got ku li bajarokê Tilqebînê mezintirîn pirsgirêk, paşguhkirina keda jinan e. Cevîz, wiha got: “Îktîdara heyî bi polîtîkayên xwe, jinan ji herka jiyanê vediqetîne û hewl dide li malê hefsî bike. Em bandora vê li Şaredariya Tilqebînê di AKP’iyên de dibînin. Ji roja qeyûm tayînî şaredariya me kirin heta niha ji bo jinan yek xizmet jî nekirin.”    ‘EM Ê QADÊN ÎSTÎHDAMÊ VEKIN’   Cevîz, diyar kir ku dema şaredarî kete destê wan dê jinan jî tev li herka jiyanê bikin û wiha domand: “Em dixwazin keda jinê û nasnameya wê li vir xuyanîtir bikin. Em ê daxwazên jinan tespît bikin û bi jinan re bixin meriyetê. Em ê jinên ku hewl didin li malê hefsî bikin, tev li jiyana civakî bikin. Dê li şaredariyê gotin û biryarên jinan jî hebin. Em ê navenda piştevaniya jinê ava bikin. Ji bo jinan dê qadên îstîhdamê ava bikin. Bi taybet jî em ê xebatên xwe yên ji bo perwerdeya jinan zêde bikin.”    ‘KARÊ EWIL Ê AKP’Ê BÛ FIROTINA NEGUHÊZBARAN’   Namzetê hevşaredariyê Lezgîn Kose jî diyar kir ku AKP ji hêla xelkê bajarokê ve nehatiye hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Bi rêya hîleyan bi dest xistin. Di dema hilbijartinan de hejmara leşkeran a li tabûran zêde dibe. Ev leşker jî bi awayeke blok dengê xwe didin AKP’ê. Bi vê yekê re îradeya gelê bajarokê diguherînin û didin destê AKP’ê. Dema bi hîleyan şaredariyê bi dest dixin jî, weke karê ewil neguhêzbaran difiroşin. Di nava 5 salên dawî de nîşan dan ku tu xizmetan nakin. Dema em hatin ser rêveberiyê, em ê careke din nîşanî wan bidin bê ka xizmet çawa tê kirin.”    ‘EM Ê PIRSGIRÊKÊN GEL ÇARESER BIKIN’   Kosen, daxuyand ku gelek pirsgirêkên bajarokê hene û wiha qala projeyên xwe kir: “Bajarokê me li ser Rêya Armûşê ya Navneteweyî ye. Li ser van rêya tenê yek jorbihûrk an jî jêrbihûrkek nîne ku xelk derbasî aliyê din bibe. Gelek mirovên me li ser van rêyan jiyana xwe ji dest dan. Dema me şaredarî bi dest xist, weke karê ewil em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha binesaziya bajarokê nû bikin. Dê li her taxê rawestgehên wesayîtan çêbikin û xetên nava bajar zêde bikin. Dê navendên ku ciwan bikarin tev li çalakiyên civakî û çandî bibin ava bikin. Dê pirtûkxaneyan, parkên zarokan ava bikin. Her wiha dê rûbarê li bajarokê paqij bikin û Tilqebînê veguherînin navenda jiyana civakî.”    Kosen, da zanîn ku dê li her taxê meclisan ava bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê li van meclisan pirsgirêkên gel tespît bikin û bi gel re van pirsgirêkan çareser bikin. Di tevahiya xebatên me de gel dê yekser di asta biryardayînê de be.”    MA / Omer Akin